ÊLIH – Parlamenterên HDP’ê yên li Êlihê hatin hilbijartin bi nûnerên saziyên civakî yên sivîl û welatiyan re kom bûn.
Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê ku nû hatin hilbijartin Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Dr. Necdet Îpekyuz û Mehmet Ruştu Tiryakî bi welatî û nûnerên saziyên civakî yên sivîl re li hev kom bûn. Hevdîtin li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Êlihê pêk hat. Parlamenteran bi welatî û nûnerên saziyan re sohbet kir û pîrozbahiya gel jî qebûl dikin.
Parlamenter dê tevahiya rojê li avahiya partiya xwe wê serdana welatî û nûneran qebûl bikin.