AMED - Heyeta Îtalyan ku ji 11 kesan pêk dihat û hatin Amedê çavdêrî kirin, diyar kirin ku ne pêkan e mirov qala hilbijartinek demkoratîk bike. Prz. Simonetta Crisci, diyar kir ku li nava bajar rastî gelek astengiyan hatin û ne pêkan e qala hilbijartina demokratîk bê kirin.
Heyeta Îtalyan ku ji parêzer, rojnameger û nivîskaran pêk dihat û ji bo hilbijartinê bişopîne hatibûn Amadê çavdêriyên xwe parve kirin. Heyeta Rete Kurdistan Îtalia (Xeta Îtalya Kurdistan) ku ji 11 kesan pêk dihat li Lîce, Pasûr û Rezan lêkolîn pêk anîn. Heyeta ku destûr ji Walîtiya Amedê girtin û li herêmê geriyan, diyar kirin ku bi taybetî li Lîce û Pasûrê herêmên ku leşker û cerdevan lê zêde bûn binpêkirinên mafan zêde bûn. Endamê Heyetê Prz. Simonetta Crisci, diyar kir ku bi armanca encama hilbijartinê bişopînin hatin Amedê û wiha got: "Em dizanin ku Erdogan li kurdistanê polîtîkayên pir zalim dimeşîne. Em dizanin ku ji kurdan pir nifrînê dike. Ji bo em pirsgirêk û astengiyên derkevin holê bişopînin em hatin vir."
'LEŞKERAN MUDAXALEYÎ HILBIJÊRAN DIKIR'
Crîscî, anî ziman ku li gundê tutak ê Pasûra Amedê leşkeran mudaxaleyî hilbijêran dikir û wiha got: "Leşkeran mudaxaleyî hilbijêiran dikir. Leşker bi çek bûn. Leşkeran zext dikirin. Li wir teqez hilbijartinek bi edalet pêk nehat.
Tevî ku me destûr ji wezaretê girtibû jî polîsan em asteng kirin. Agahiya Wezareta Karên Hundir hebû. Lê dîsa polîsan bi keyfî em asteng kirin. Li gorî zagona di 2018'an de hat derxistin, divê teqez leşker û polîs dûrî sindoqan bin."
Crisci, anî ziman ku wan di roja hilbijartinê de dît ku jin û mêr bi cilên xwe yên gelêrî bi wêrekî çûn ser sindoqan û raperina wan dît û ev yek ji bo wan kêfxweşiyek bû û wiha got: "Li gel gefên Erdogan me berxwedana gel dît. Astengiyên ku derketin holê ne li gorî demokratî û edaletê ye. Hilbijartinek demokratîk û bi edalet pêk nehat.'