Serketiyê hilbijartinê HDP ye

  • rojane
  • 10:57 26 Hezîran 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya e-rojname Mehmet Emîn Yildirim encama hilbijartinê nirxand û diyar kir ku serketiyê vê hilbijartinê HDP ye. 
 
 
Nivîskarê rojnameya e-rojname Mehmet Emîn Yildirim, di qunciknivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser encama hilbijartina 24'e Hezîranê û diyar kir ku li gel ku hilbijartin di şertê OHAL'ê de hêk hatiye û AKP-MHP'ê hemû derfetên dewletê bikar anîye jî HDP'ê bend derbas kiriye. Yildirim, da zanîn ku hêza AKP û MHP'ê şikestiye û pêvajoyek dijwar li pêş hikûmetê ye. 
 
Nivîsa Mehmet Emîn Yildirim a îro di rojnameyê e-rojname de hat weşandin wiha ye: 
 
Hilbijartinên 24’ê hezîranê yên serokkomariyê û parlamenteriyê li Kurdistan û Tirkiyeyê di bin Rewşa Awarte de û ji aliyê AKP û MHP’ê ve bi bikaranîna hemû derfetên dewletê, zext û zordariya li ser hêzên demokrat, azadîxwaz û sosyalîstan ve pêk hat. Jixwe Erdogan aşkera dianî ziman ku her çi be jî divê HDP di bin benda hilbijartinê de bimîne. Ev yek li tevahiya Kurdistanê bi taybetî jî li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê hêzên paramîlîter, polîs, leşker û cerdevanan ve pêk hat. Sê endamên HDP’ê li Pirsûsê hatin qetilkirin, bi dehan welatparêzên kurd û endamên HDP’ê yên demokrat û sosyalîst hatin girtin û birîndar bûn. Êrîş birin ser gelek bûroyên HDP’ê; gule berdan bûroyan û ew şewitandin. Ji bo ku kampanyayên HDP’ê asteng bikin her cureyên zext û zordariyê xistin dewreyê. Desthilatdariya AKP û MHP’ê biryar dabû ku her çi be jî HDP di bin benda hilbijartinê de bimîne. Rexmî van hemû zext û zordariyên AKP û MHP’ê jî HDP ji vê hilbijartinê bi serkeftî derket. HDP li 11 bajarên Kurdistanê bû partiya yekemîn. Her wiha li dehan navçeyan jî bi rêjeya ji sedî 60 heta ji sedî 80 û zêdetirî wê deng girt. Tayyîp Erdogan û qelemşûrên wî li cihê ku digotin xendek çêbûne gel piştgiriyê nade, bi girtina ji sedî 80 û 90’î, yên ku di binê sindoqan de man polîtîkayên dagirkerî û komkujiya Erdogan bû. Gelê kurd careke din îrade û rûmeta xwe parast, li dijî dagirkeriyê serê xwe netewand û li şehîdên xwerêvebirina demokratîk xwedî derket. Peyama ku dan hêzên dagirkeriyê ev bû; hûn nikarin îradeya gelê kurd bişikînin. Ev helwesta gelê kurd hêjayî pîroziyê ye. Her çiqas encamên hilbijartinê bi awayekî fermî nehatibe eşkerekirin jî HDP nêzî ji sedî 12 deng girt. Lê pir diyar e ku ev rêjeya dengê wê hîn zêdetir e. Li dijî dagirkeriyê potansiyela hêzên demokratîk û sosyalîst hîn zêde ye. Eger israra di berxwedanê de berdewam bike, tifaqa gelê kurd, tirk û hêzên sosyalîst, demokrat û azadîxwaz bê xurtkirin ew ê rê nede ku desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê demdirêj û mayînde be.
 
Di vê hilbijartinê yek jê yê ku wenda kir AKP ye. Rexmî hemû fen û fûtan, bi bikaranîna derfetên dewletê jî encax ji sedî 42 û tiştek deng girt. AKP di pêvajoya helandin û têkçûnê de ye. Li hemberî têkoşîna gelan ev têkçûna AKP’ê ew ê berdewam bike. Diyar e ku desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê li hemberî Tevgera Azadiyê, hêzên azadîxwaz û demokratîk ew ê şerekî dijwar bidomîne. Pêwîst e ji encama hilbijartinê hêz bê girtin û berxwedan jî di asteke radîkal de bê bilindkirin.
 
CHP heta ku meseleya kurd bi awayekî adilane û bi wêrekî nexe rojeva xwe ew ê nikaribe xwe ji vê handîkapê xilas bike. Di hilbijartinê de dîsa xwe dubare kir. Muherrem Înce ji aliyê CHP’ê ve derket pêş, ev yek jî ji bo CHP’ê ew ê bibe pirsgirêk yan jî bibe sedema pêşketinekê di rojên pêş de ew ê bê xuyakirin. MHP bi derfetên dewletê, bi zext û zordariyê benda hilbijartinê derbas kir. Di vê hilbijartinê de rola ku Akşener li hemberî MHP’ê bilîze encam negirt.
 
Ji vir şûnde karê AKP û MHP’ê dê ne hêsan be. Hem di parlamentoyê de hêza wan bi piranî hat şikandin, hem jî li hemberî desthilatdariya faşîst potansiyeleke xurt a berxwedanê heye. Dê ev potansiyela heyî zêde xwe bi rêxistin bike, xwe bike xwedî hêz dê desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê têk bibe. 
 

Sernavên din

27/06/2018
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2018'AN
26/06/2018
21:24 Hunermend Hozan Canê hat girtin
20:17 Şevket Sayginê 61 salî li girtîgehê mir
18:42 Koçyîgît: Li Mûşê 3 wekîl yên me ne
17:36 AKP dixwaze wekilê ku HDP’ê li Colemêrgê qezenç kir jê bistîne
17:00 26 herêmên Çewlikê hatin qedexekirin
16:53 MYK’a HDP’ê ji bo rojeva hilbijartinê kom bû
16:37 Li Edenê kesek hat binçavkirin
16:27 ‘Têkoşîn ji nû de dest pê dike’
16:13 Bi OHAL'ê re îşkence li kolanan belav bû
15:47 Sucu yê ekolojîst û redkarê wijdanî hat binçavkirin
15:46 Tirkiye 13 kesên başurî girtin radestê Nusra kir wan jî dan PDK’ê
15:37 Li gundên ku goristan lê hatin rûxandin HDP bû partiya yekemîn
15:16 Celalettin Can: Parastina demokrasiyê ne sûc e
15:02 Ji ber tifaqên hatin avakirin HDP’ê li Serhedê 3 wekîl winda kirin
14:53 Li Efrînê komên çekdar mal şewitandin
14:29 ‘Li Tirkiye işkence pir zêde bûye'
14:28 Ber nexweşxaneyê bûye sergoyê bermayiyan
14:01 Apê Leyla: Hemû îxbarên roja îro hatin kirin derew derketin
13:54 180 CHP'iyan li Şirnexê îstîfa kir: Partiya me di rêya şaş de ye
13:05 Daxwaza hevdîtana Ocalan a 766’emîn hat redkirin
13:04 HDP di girtîgehan de bû partiya yekemîn
12:21 Parlamenterên Êlihê bi hilbijêran re kom bûn
12:11 Halkevlerî: Koalîsyona AKP-MHP’ê dê krîzê kûrtir bike
12:10 MHP’ê xwest OHAL bidome
11:28 Polîsan li Xelfetiyê 3 kes binçav kirin
11:27 Parêzerên Ocalan cara 766’emîn serlêdan kirin
11:21 ‘HDP namzete ku bibe dengê hemû kesan’
11:21 Heyeta Îtalyan: Ne hilbijartinek demokratîk bû
10:59 Ji Sûrê ber bi Meclîsê ve: Ez ê qewimandinên li Sûrê vebêjim
10:58 Piroglu: Qesrê serkeftina Pirusê bi dest xistiye
Koçyîgît: Divê em bi lez têkevin nava seferberiyê
10:57 Serketiyê hilbijartinê HDP ye
10:33 Dersîm Dag a HDP’î: Ez nûnera jin û ciwana me
10:16 'Tecrîd rabe wê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê vebibe’
09:22 Li ber nexweşxaneya ku jê hat avêtin di çalakiyê de ye
09:21 ‘Gelê Botanê berpirsiyariya xwe bi cih anî'
09:18 Îpekyuz: Dê têkoşîna me ya ji bo demokrasiyê bidome
09:17 Başkaya: Projeyên îslamîtiya sîyasî tune ne, riya wan sînordar e
09:16 Amedî: Tekane wehda rejîma yekzilamî ya ji bo kurdan şer e
09:16 Abdullatîf Şener: Di vê pergalê de karê muxalefetê zehmet e
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2018'AN
25/06/2018
17:15 Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Çîçek hat berdan
17:14 Ji Gundê Xerabê Bava HDP'ê ji sedî 91 deng derxist
15:57 Li Bazîdê ku peykerê Xanî xera kirin HDP bû partiya yekemîn
15:52 Di Pîrozbahiyên Amedê de zêdeyî 10 kes hatin binçavkirin
15:32 Birayê Serokê Partiya ÎYÎ jî hat kuştin
14:57 Li Meclîsê nûnertiya jinê ji sedî 17,5 e
14:56 Mizrakli: Kurdan ji polîtîkayên AKP’ê re got ‘na’
13:33 Li her du girtîgehên Amedê jî HDP û Demîrtaş bi ser ket
13:26 Înce: Rejîma nû ji bo Tirkiye talûkeyek mezin e
12:21 Dê wêneyê rojnamegera girtî Dogan li Fransayê bê pêşandan
11:49 Şiroveya siyasetmedarên Ewropa: Demokrasî ketiye talûkeyê
10:44 Li Bûrsayê 2 karkerên çandiniyê di qezayê de mirin
10:16 HDP dê raporê amade bike
09:21 HDP'ê li bajarên hatin xerakirin rekor derbas kir
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2018'AN
09:00 HDP'ê 25 JIN ŞANDIN MECLÎSÊ
08:55 HDP'ê ji hemû rengên Tirkiye parlamenter birin meclîsê
24/06/2018
23:59 AKP-MHP'îyan êrîşî avahiyên HDP'ê kirin
23:17 Encama hilbijartinê ji qemûman re got na
23:14 Tezcan: Hilbijartina Serokkomariyê ma tûra duyan
22:13 Li Êlih û Geverê mudaxaleyî pirozbahiyê kirin
21:34 Temellî: Me bend derbas kir em sindoqan terk nakin
21:17 HDP'ê benda ji sedî 10 derbas kir
21:10 HDP’ê bang kir: Gun nedin manipulasyonên AA û sindoqan terk nekin
20:49 Li Roboskî HDP û Demîrtaş rekor şikand
20:23 Di sindoqa Demîrtaş de HDP bû yekem
19:57 Li Amara HDP û Demirtaş bûn yekemîn
19:44 AA di 3 hilbijartinên dawî de heman rêbaz pêk anî
19:30 Berdevkê CHP'ê Tezcan: AA li ser kuc hat girtin Erdogan ji sedî 48 derbas nekir
19:20 Polîsan mudaxaleyî girseya ku li pêş YSK'ê kom bûn kirin
18:26 Serokê Navçeyê yê Partiya ÎYÎ hat kuştin
18:03 Dîmenên dengên blok ên ku AKP'ê li Rihayê avêtin sindoqan derketin
17:33 ÎHD: Li Pirsûsê mudaxaleyî vîna hilbijêr kirin
17:11 Hilbijartin qediya dest bi jimartina dengan kirin
16:40 Ahmet Şik hilbijêra nexweş hilgirt û bir ser sindoqê
16:23 Serdozgerî: 4 kesên nelirê deng bikar anîn hatin binçavkirin
16:11 Fermandar li ser sindoqê ye: Ez naxwazim Velî Encu li vir bibînim
15:51 Heyeta Fransî li Agiriyê hat binçavkirin
15:48 Li Rûbarokê jin yekem car çûn ser sindoqan
15:06 Li Mûşê dîmenên dengdayîna komî derketin holê
15:05 Birîndarên êrîşa 5'ê Heziranê çûn ser sindoqan û deng dan
14:39 Xizmên Yildiz ê AKP'î li Pirsûsê HDP'î kêr kirin
14:06 Yildiz û xizmên xwe li 6 dibistanên Pirsûsê dengên blok bikar anîn
13:57 25 kîlo mîtro rê meşiyan û dengên xwe dan
12:52 Serokê YSK’ê ji bo Pirsûsê daxuyanî da
12:52 Buldan: Vê dibistanê oxir anî
12:46 Bi sedyeyê çû ser sindoqê
12:11 Li Stenbolê gel dibistanan naterikîne
11:56 Şaredarê AKP’î gef li peywîrdar û namzetê HDP’ê xwar
11:51 Dayik Emîne Şenyaşar deng da: Înşallah dê hilweşe û biçe
11:40 Li Şirnex, Cizîr û Nisêbînê gel diherike deng dayînê
11:31 Guven li girtîgehê û Ozturk li Agirî dengê xwe avêt
11:23 Akşener dengê xwe avêt: Hûn nikarin îrateya hur îtîraz bikin
11:14 Saçilik: Min dengê xwe ji bo hemû dayikên xemgîn bûne avêt
11:06 Demîrtaş li girtîgehê dengê xwe avêt: Encam dê pir xweş be
11:02 Şik dengê xwe da: Em ê ji vê mafayayê xelas bibin
11:00 Înce dengê xwe avêt: Ez dê êvarî li ber YSK’ê bim
10:54 Li Pirsûsê Yildiz ê AKP’î li ser kar e: HDP’iyan derb kirin û dengên blok bikaranîn
10:36 Gelê Amedê diherike ser sindoqan