AMED – Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz û Musa Farisogullari diyar kirin ku tevî hemû zextan jî HDP’ê encamek baş bi dest xistiye û gotin: “Demokratîkbûna Tirkiyeyê bi rakirina tecrîda ser Ocalan pêkan e.”
Salîha Aydenîz û Musa Farisogullari yên ku demek dirêje di bin banê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de siyaset birêve dibirin, ji lîsteya HDP’ê ya Amedê hatin hilbijartin. Aydenîz û Farisogullari encamên hilbijartinê nirxandin.
‘TEVÎ ZEXTAN JÎ GEL SERKEFTINÊ BI DEST XIST’
Farisogullari diyar kir ku tevî hemû astengiyan û zextan partiya wan bi kelecana xebatên hilbijartinê bende şikadindiye û got: “Tevî hemû zextan jî gel serkeftinek bi dest xist. Gel bersiva hemû polîtîkayan da û gel aşkere kir ku ew bi riyên demokratîk û siyasetê dixwazin pirsgirêka kurd çareser bibe.”
‘DIVÊ TEQEZ AZADIYA BIRÊZ OCALAN PÊK BÊ’
Farisogullari bal kişnd tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Gel ji rakirina tecrîdê wêdetir, teqez azadiya birêz Ocalan dixwaze. Carek din daxwaza gel a azadiya Ocalan derket holê û gel got ku divê teqez aadî pêk bê.” Farisogullari da zanîn ku tevî hemû polîtîkayên tunekirinê jî gel bê çare nîne.
‘PÊKANÎNA TECRÎDÊ LI SER HEMÛ GELÊN TIRKIYEYÊ PÊK TÊ’
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî bi bîr xist ku hilbijartinê di bin şert û mercên asteng û qedexeyan de pêk hat û wiha got: “Vê pêvajoya li Tirkiyeyê diqewime jî ji 5’ê Nîsana 2015’an ve ku pêvajoya li gel birêz Ocalan hat bidawîkirin dest pê dike. Tecrîc giran bû û didome. Pêkanîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan li ser hemû gelên Tirkiyeyê, jinan û ciwanan pêk tê. Mînaka pergala tecrîda li Îmraliyê li tu deverê cîhanê nîne. Rakirina tecrîdê wê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê vebike. Ji bo em Tirkiyeyê demokratîk bikin jî hêza me heye û em ê têkoşîna demokartîkbûnê hin mezintir bikin.”
MA / Ozgur Paksoy