ENQERE - Akademîsyen-nivîskar Fîkret Başkaya encamên hilbijartinê nirxandin û diyar kir ku tu projeyên civakiyî yên îslamtiya siyasî tune ye. Başkaya destnîşan kir ku dê AKP-MHP nikaribe Tirkiyeyê bi rê ve bibe û got: "Riya vana sînordar e. Krîz li ber derî ye."
Akademîsyen-nivîskar Fîkret Başkaya encamên hilbijartina giştî û ya serkomariyê nirxandin.
'NE HILBIJARTINEKE NORMAL BÛ'
Başkaya, destnîşan kir ku hilbijartin bi awayekî asayî pêk nehatiye û ji ber Partiya ÎYÎ kêm deng stendine û MHP zêde deng stendine, hilbijartin nemaye ji bo tûra duyem. Her wiha Başkaya ji bo encama ku HDP'ê bi dest xistiye jî got: "Di şertên heyî de jixwe em li benda rêjeyeke wisa bûn." Başkaya got: "Ji çend hêla ve ev hilbijartin ne hilbijartineke asayî bû. Yek; Rewşa Awarte heye û rewşa çapemeniyê li holê ye. Her wiha hemû sazî û derfetên dewletê di dest vê partiyê de ne. Dudo; ji sindoqan wêdetir, ev kes bi saya Ajansa Anadolûyê (AA) bi ser ketin. Li gorî planeke ku berê amade kiribûn bi ser ketin. Çimkî AA berê encam îlan kiribûn. Yanî di demên dawî de hilbijartin ji bo hîleyan bû tişteke musaîd. Zêde hîle tên kirin."
'RÛXANDINEKE MEZIN LI PÊŞIYA TIRKIYEYÊ YE'
Başkaya, diyar kir ku MHP û AKP bi tena serê xwe piraniye meclîsê bi dest nexistin û got: "Ancax bi koalîsyona bi MHPê re dikarin hebin. Wisa difikirim ku dê ev kes ji derheqê krîzê dernekevin. Rûxandineke gelekî kûr li pêşiya Tirkiyeyê ye. Çimkî asta ku mirovatî û şaristanî gihaştiyê, amûrên polîtîkayê yên kelepûrî di rewşeke wisa de bi vê perspektîfê nayê çareserkirin. Her wiha di çarêoveya kelepûrî de dema çareserkirina pirsgirêkan derbas bûye. Yanî di hemû qadên mirovan û jiyanê de nîlane ronahiya sor nîşan didin. Bawer nakim dê ev yek bi awayekî demdirêj mayînde bibin."
'MUXALEFET TÊK NEÇÛYE, HÎN KAR NEQEDIYAYE'
Başkaya, bilêv kir ku li Tirkiyeyê realîteyeke muxalefetê heye ku her diçe bilind dibe. Başkaya got: "Tiştekî wek ku muxaleft têk çûbe tune ye. Hîn ev kar neqediyaye. Çimkî beriya vî tiştî heye. Rastiya berxwedana Geziyê heye. Yanî ev yek netefiyaye. Referandûma qanûna bingehîn heye. Balê bidê, di van tiştên dihejmêrim de mixalefet heye. Yanî hîn nepox nefisiyaye. Dê mirov qet dev ji têkoşînê bernedin. Ev li dijî xwezaya mirov e. Dibe ku ev kêfkirina îktîdarê di qirikê de bimîne."
'TU PROJEYÊN CIVAKIYÎ YÊN ÎSLAMÎTIYA SIYASÎ TUNE NE'
Başkaya diyar kir ku îslamîtiya sîyasî civakê fêm nake û got: "Tu projeyên alternatîfa civakiyî yên îslamîtiya siyasî tune ne." Başkaya bal kişand ser mînakên li Misir û Tûnûsê û got: "Mesela li Misirê îslamîtiya siyasî salekê jî li ber xwe neda û her wiha ya li Tûnûsê jî. Dema em li vana dinerin, çûn heta cihê ku çûnê. Welat hemû talan kirin. Maa li Tirkiyeyê tiştekî ku nehatibe talankirin maye."
'PERSPEKTÎFÊN WAN ÊN KU TIRKIYEYÊ BI RÊ VE BIBIN TUNE YE'
Başkaya diyar kir ku hem AKP hem jî MHP, perspektîfeke wan a ku Tirkiyeyê bi rê ve bibin tune ye û got: "Îslamîtiya siyasî tê wateya ku ji paş ve li çareserkirina pirsgirêkê digere. Yanî plana vana ew e ku ji nû ve osmanîtiyê îhya bikin. Yanî bi tiştên beredayî bilî dibin. Bi vî seriyî dê di vê serdema ku mirovatî gihaştiye asteke krîtîk dê kîjan pirsgirêkê çareser bikin. Yanî wekî xulase krîza li Tirkiyeyî kûr dibe û wisa difikirim ku dê îslamîtiya siyasî nikaribe vê krîzê çareser bike. Krîz li ber derî ye. Dibe ku ji bo demeke kurt taloq bikin, lê dê ev yek li dîwar bikeve. Heta ku dîreksiyon di dest vana de be, dê rota neguhere û dê ev amûr li dîwar biqelibe..."