Mulkiye Bîrtane: Jin dê dîplomasiya yekitiyê bimeşînin

  • jin
  • 10:20 24 Hezîran 2025
  • |
AMED -  Ji Platforma Yeklitiya Jinên Kurd Mulkiye Bîrtane ku tev li konferansê bûbû, wiha got: "Aştiya herî mezin ji ewil nav xwe tê kirin. Ev jî dê bibe dîplomasiyeke ku yekitiyê esas digire. Jin dê dîplomasiya vê bimeşînin."  
 
Platforma Yekitiya Jinên Kurd di 21-22’yê Hezîranê de li Amedê 3’yemîn Konferansa xwe li dar xist. Konferans, bi dirûşma “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve" hat lidarxistin û 4 atolye hatin lidarxistin. Di atolyeyan de rola jinan a di qada ziman û çandê de, rola wan a di avakirina “Aştî û Civaka Demokratîk” de û rê û rêbazên li dijî qirkirin û tundiya li dijî jinan hatin nîqaşkirin. 
 
Wekîla berê Mulkiye Bîrtane ku tev li konferansê bûbû, têkildarî konferansê û rojevên derketin pêş axivî. 
 
ROLA KU DÊ JIN LI XWE BIGIRIN 
 
Mulkiye Bîrtane, diyar kir ku di konferansê de li ser pirsgirêkên jin dijîn sekinîne lê rojeva wan a sereke Yekitiya Neteweyî ya Gelê Kıurd û aştî bû. Mulkiye Bîrtane, destnîşan kir ku di konferansê de pirsa “Gelo dê jin di pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de çawa cih bigirin” jî bersivandine û ev tişt anî ziman: “Konferans piştî 6 salan hat lidarxistin û nirxandinên girîng derketin pêş. Vê jî hêvî da me.” Mulkiye Bîrtane, daxuyand ku di demeke Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin û Şerê 3’yemîn ê Cîhanê tê jiyîn de bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoye hatiye destpêkirin û wiha pê de çû: “Di xwezaya jinan de aştî, di rêza ewil de cih digire. Rola jinan a di aştiyê de zêde ye. Dema jinan dersoka xwe avêtin erdê, şer bi dawî dibe. Di xwezaya jinan de edalet û azadî heye. Gelo dê niha di pêvajoya aştiyê de bi roleke çawa rabe? Ev hate nîqaşkirin. Piştgiriya jinan a ji bo pêvajoyê di konferansê de careke din derket holê.” 
 
MALBATA DEMOKRATÎK
 
Di berdewamê de Mulkiye Bîrtane bi lêv kir ku her kes êdî li ser mijara “gelo dê civaka demokratîk çawa ava bibe” diaxive û ev nirxandin kir: “Ev demekî dirêj e em dibêjin ‘malbata demokratîk.’ Ji ber ku heke malbat demokratîk bibe dê bi xwe re civakeke demokratîk biafirîne. Civak, ji şexsan pêk tê. Heke ev kes demokratîk nebin, dê civakê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû bihêlin. Heke maf û azadî neyên naskirin, civak jî demokratîk nabe. Heke dayik û bav di nava malbatê de demokratîk nebin, ev bandorê li zarok, tevahiya malbatê û civakê dike. Heke malbat azad nebe, civak jî azad nabe. Em her tim dibêjin ‘Heke jin azad nebe civak jî azad nabe.’ Jin, ji bo azadiyê têdikoşin lê divê ji bo veguherandina pergala mêrê serdest, jin û zilam bi hev re têbikoşin. Divê her du bi hev re hev azad bikin. Dema hejmara malbatên demokratîk zêde bû jî ev yek dê bibe zemîna avakirina civakeke demokratîk.” 
 
CIVAKA HILDIBERÎNE CIVAKA AZAD E
 
Mulkiye Bîrtane, got ku rastiya civakeke ji hilberandinê dûr hatiye xistin heye û wiha pê de çû: “Civakeke tenê di mezêxe heye. Civakeke hildiberîne, rê li ber civakeke demokratîk vedike. Li Kurdistanê gelê me koçî cihên cuda dikin. Heke em bikarin li ser vê xaka qedîm û bi bereket hilberînê bikin, wê demê dê bi avabûna aboriyê re civakeke demokratîk jî çêbibe. Di civakeke demokratîk de tu kes tundiyê li tu kesekî nake.” 
 
DI DÎPLOMASIYÊ DE JIN DÊ CIH BIGIRIN
 
Mulkiye Bîrtane, da zanîn ku konferansa wan li ser bingeha yekitiya neteweyî hate kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Konferansa yekitiya neteweyî ya Kurd di sala 2010’an de li Amedê û di 2012’an de jî li Hewlêrê hate kirin. Wê demê ez di nava xebatan de bûm. Hêviyeke mezin da civakê lê piştre ev xebat sekinîn. Her çend kêm jî bin niha çendek gav tên avêtin. Hemû aliyên Kurd lihev kirin ku bi hikûmeta Sûriyeyê re hevdîtinan bikin. Em dikarin vê, li her çar parçeyên Kurdistanê bikin. Jin dê dîplomasiya vê bikin. Wekî min di serî de jî anîbû ziman, di xwezaya jinan de aştî heye. Di bingeha vê dîplomasiyê de jî dê yekitiya neteweyî hebe.” 
 
MA / Mujdat Can 
 
 

Sernavên din

27/06/2025
12:05 Cemiyeta Rojnamegeran a Şirnexê: Em bi Zeynep Durgutê re ne
11:59 Ji bo îtîraza li dijî biryara Doza Kobanê ku 32 hezar rûpel e tenê 7 roj dem dan!
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:07 Tehliyeya hevşaredara berê bo 3 mehan hate astengkirin
11:04 Ayşegul Dogan: Pêdivî bi geşedanên pêvajoyê xurt dikin heye
10:37 Ji Amedê bo desthilatê bang: Gav biavêje, dawî li operasyonan bîne
10:32 Şaredariya AKP’î ji bo îhaleyên ‘nelirê’ hincet kir ‘ewlehî’!
09:27 Jinan ji bo mihrîcana Gimgimê bang kir
09:20 Meral Daniş Beştaş: Geşedanên li Rojhilata Navîn ji Tirkiyeyê re dibêje ‘pirsgirêkên xwe çareser bike’
09:18 Nûran Seçkîn a di şer de 4 kes ji malbata xwe winda kir: Divê dewlet gavên lezgîn û şênber biavêje
09:03 Xelkê Wan û Qersê krîza aborî nirxand: Çareserî, aştî ye
09:03 Bavê ku 2 zarokên wî di bin payerêyê de hatin veşartin: Dê aştî êşa me sivik bike
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:54 Li Şirnexê 5 herêm wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
26/06/2025
17:04 Bakirhan di hevdîtinên li Ingilistanê de ji bo pêvajoyê ‘piştgirî’ xwest
16:55 Bersiva pirsa ‘bombeavêja Uytun qetil kirî aydê kê ye?’ nayê dayin
16:23 Rojnamegera Zeynep Durgut giliyê ‘çeteya fihûşê’ ya gef xwaribû kir
16:10 Bayindir: Dê têkoşîna gelê me bi Ocalan re bi ser keve
15:46 Danişîna doza Ayşe Surucu hate taloqkirin
15:22 Tehliyeya Başaran bi hinceta ‘ji bo civakê xetere ye’ hat taloqkirin
14:10 Dadegeha Îstînafê di doza tecawiza li dijî zarokan û fihûşê de xwest ceza bê zêdekirin
13:10 ‘Nobeta Azadiyê’ di sala 14’an de ye
13:05 MKG’ê ji bo Zeynep Durgut daxuyanî da: Em bi wê re ne
12:58 Ji bo rojnameger Ertaş biryara beraetê hat dayin
12:49 Der barê rojnameger Berîvan Kûtlûyê de doz hate vekirin
12:21 Ji bo belavkara rojnameyê 2 sal û mehek ceza hate dayîn
12:17 Doza Hevşaredara Hênê hate taloqkirin
11:58 Dubbins ji bo pevajoyê hişyarî da YE’yê: Ji destçûna firsendê dê felaket be
11:54 Îkram Balekanî: Li Îranê çareserî Konfederalîzma Demokratîk e
11:13 Gelê Çerkes pêvajo nirxand: Demokrasî pirsgirêka hemû gelan e
11:11 Şandeya Îmraliyê: Pêvajo derbasî qonaxeke girîng bû
11:10 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan bi dawî bû
10:45 DFG: Em bi Zeynep Durgutê re ne û dê dev ji kesên gef xwarin bernedin
10:43 Şewata li Foçayê mezin dibe: 20 xanî hatin valakirin
10:32 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya bi Kurtulmuş re dest pê kir
10:25 Dê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ bê lidarxistin
09:59 Rêxistinên sosyalîst: Divê teqez em vê pêvajoyê civakî bikin
09:43 Gef li nûçegihana me ya ‘Çeteya Fihûşê’ derxistî holê hat xwarin: Em ê dev ji te bernedin
09:29 Dogan ku piştî 31 salan hate berdan: Em xwedî li pêvajoyê derkevin
09:21 Ji bo bîranîna Onder turnuva û konser hat lidarxistin
09:06 AKKAY-DER: Divê dewlet tavilê gav biavêje
09:05 Wêneyên talana Keşîşxaneya Mar Şalîtayê
09:03 Li berpalên Çiyayê Gilîdaxê dema gîhadirûnê
09:00 ROJEVA 26’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:52 Şandeya Îmraliyê dê bi Serokê Meclisê Kurtulmuş re hevdîtinê bike
25/06/2025
16:43 Biryara bihincet a Doza Kobanê piştî salekê hate aşkerakirin
16:27 Emîne Ocak li nexweşxaneyê hate ziyaretkirin
16:00 Rapora OHD’ê ya girtîgehên Marmarayê: Tehliyeya 93 girtiyan hat astengkirin
15:28 Ji bo rojnameger Rabîa Onverê biryara neşopandinê hat dayin
15:17 Hevşaredarê Îdîrê yê berê Yaşar Akkûş tehliye bû
15:15 Konseya Ewropayê dê di Îlonê de ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan binirxîne
14:15 Daxwaza girtina endamên çeteya fihûşê hate redkirin
13:30 Li Amedê 4 ciwan hatin binçavkirin
13:29 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî 10’mîn Pakêta Darazê daxuyanî da
13:20 Şewata li herêma Omeryayê hate vemirandin
13:19 Hevşaredar: Em ji avakirina civaka demokratîk berpirsyar in
13:18 Aborînas Îlhan Doguş: Armanca esasî ya şer elementên axê yên kêmpeyda ne
12:47 Çapa nû ya pirtûka ‘Îdeolojiya Azadiyê ya Sedsala 21’emîn: Sosyalîzma Demokratîk’ derket
12:46 Rojnameger Geleban: Heke Kurd bibin yek dikarin li Îranê konfederalîzma demokratîk ava bikin
12:00 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga têkoşîna hevpar kir
11:59 Li 21 gundên Licê lêgerîna petrolê tê kirin: Qada me ya jiyanê tê tunekirin
11:35 Siddik Guler sewqî ATK’ê hate kirin
11:34 Malbata girtiyê nexweş ê wefat kirî: Heke îktîdar jidil be bila gav biavêje
10:54 Hunermend: Dema qala aştiyê tê kirin nabe operasyon bên lidarxistin
10:44 Li Çiyayê Gabarê ekosîstem tê tunekirin
10:43 Îranê 3 girtiyên Kurd darve kir
10:31 Ji civaka sivîl banga pêvajoyê: Çareserî bi edaletê dibe
10:01 ‘Îktîdar girtiyên nexweş weke gefê bikar tîne’
09:57 Li Şirnexê sûcê zayendî yê li dijî zarokan: Ne tenê meseleyeke edlî, meseleyeke polîtîke jî
09:17 Riza Turmen: Pêvajo firsendeke girîng e, astengiya herî mezin rejîma Tirkiyeyê ye
09:01 Bi hatina qeyûm re li Qaxizmanê proje hatin sekinandin
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2025’AN
24/06/2025
16:56 Li Giyadînê şîna Ozden hate astengkirin
16:51 DEM Partî bi Wezîrê Dadê Tunç re hevdîtin kir
16:48 Ozgul piştî 31 salan hate berdan: Em amade ne berpirsyartiya xwe pêk bînin
16:43 Pervîn Buldan, Onder bi bîr anî: Divê Meclis berpirsyartiya xwe ya dîrokî pêk bîne
16:04 Li Wanê jinan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
15:59 Agirbesta Îran-Îsraîlê: Pevçûn hêj berdewam in
15:58 Erdogan: Em ji bo biserxistina pêvajoyê bibiryar in
15:15 Hevseroka PJAK’ê: Em li dijî her cureyên êrişan amade ne
15:04 Di şewata li Dêrikê de kesekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Girtiyê ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
14:25 Ji bo Arkaş ê tehliyeya wî hat taloqkirin daxuyanî hat dayin
13:42 Lijneya ku tehliyeya Oncu asteng kir, biryar bi lez û bez bi dadgehê da erêkirin
13:33 Rojnameger Derya Renê ji doza xwe beraet kir
13:16 Şaredariya Sûrê Meclisa Jinan ava kir
12:45 Tulay Hatîmogûllari bang kir: Bila meclis neyê girtin û ji bo çareseriyê bixebite
12:23 Akademîsyenê aştiyê Bayraktar: Pêdivî bi pêvajoyeke her kes ser hînbûnên xwe bifikire heye
12:17 ‘Veguherîna demokratîk bi zemîna hiqûqî dikare pêk bê’
12:00 Li Êlihê karkeran ji bo mafên xwe çalakiyê li dar xistin
11:51 Îsraîlê ragihand ku dê li Tehranê bixe
11:45 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê taloqî saet 16.30’ê hat kirin
11:25 Eren Keskîn: Divê destûreke bingehîn a hemû nasname xwe tê de îfade dikin bê çêkirin
11:20 Gundekî di sînorê Amed û Mûşê de: Dê kîjan şaredarî pirsgirêkên wan çareser bike?
10:58 Soyer: Ji bo serkeftina pêvajoyê divê aştî civakî bibe
Çetîn: Ez amade me destê xwe deynim bin kevir
10:25 Zexta psîkolojîk li girtiyan tê kirin
10:21 Îsraîlê jî agirbest qebûl kir
10:20 Li Amedê ji bo zarokan çalakiyên çandî hatin lidarxistin
10:20 Mulkiye Bîrtane: Jin dê dîplomasiya yekitiyê bimeşînin
09:44 Banga Dayika Aştiyê: Divê jin Serok bibînin