* Abdullatîf Şener encamên hilbijartinê nirxandin û destnîşan kir ku di nav pergala heyî de ku di dest AKP'ê de ye, karê muxalefetê zehmet e, lê belê divê ji derheqê vê zehmetiyê derkeve.
* Gelê Amedê ji ber ku HDP'ê bend derbas kiriye kêfxweş e, lê belê ji ber ku dawî li rejîma yekzilamî nehatiye nerihet in. Şêniyên bajêr anîn ziman ku tekane weada vê rejîmê ya ji bo kurdan şer e û ber bi serdemeke ku dê demokrasî bi paş ve biçe ve diçin.
* Akademîsyen-nivîskar Fîkret Başkaya encamên hilbijartinê nirxandin û diyar kir ku tu projeyên civakiyî yên îslamtiya siyasî tune ye. Başkaya destnîşan kir ku dê AKP-MHP nikaribe Tirkiyeyê bi rê ve bibe û got: "Riya vana sînordar e. Krîz li ber derî ye."
* Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Dr. Necdet Îpekyuz got: "Em kesên ku alaya demokrasiyê dewr girtine, çawa ku duh em têkoşiyan em ê îro jî vê têkoşînê bidomînin."
* Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, destnîşan kir ku tevî ewqas rûxandin, koçberî û çewisandinan dîsa Şirnex û navçeyên wê di hilbijartinê de reqor şikandiye û got: "Gelê Botanê berpirsiyariya xwe bi cih anî. Merheleya ji niha û pêve ji bo me girîng e."
* Derya Koçak ku bi hinceta "bêîtaatiya kar" ji karê xwe yê nexweşxaneyê hat avaêtin, 8 roj in li ber nexweşxaneyê çalakiya rûniştinê li dar dixe.
* Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Musa Pîroglu, diyar kir ku AKP'ê di hilbijartinê de sereftina Pirûsê bi dest xistiye. Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî diyar kir ku seferberiyek lezgîn ji bo wan pêwist e.
* ÎHD, TÎHV, DTO, Baroya Amedê û Nûnertiya Komeleya Înîsiyatîfa Gel a Amedê, dê di çarçoveya "Roja Piştevaniya Dîtina Îşkenceyê ya NY" li Nûnertiya TÎHV a Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.30)