Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’: Serlêdanên bo wezaretê didomin

  • rojane
  • 10:32 22 Hezîran 2025
  • |
img

STENBOL - Nivîskar Ertugrul Mavîoglû diyar kir ku serlêdanên ji bo Wezareta Dadê yên di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” didomin û got: “Mercên azad ên Ocalan ji bo aştiyê mijareke diyarker e.”

Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) ku akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamegerên ji ber zextên li Tirkiyeyê çûne derveyî welat tê de cih digirin, ji bo li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, kampanyaya “Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” da destpêkirin. Kampanyaya EFFP'ê li gelek welatên Ewropayê didome. 
 
Rojnameger û nivîskar Ertûgrûl Mavîoglû ku di EFFP’ê de cih digire, têkildarî kampanyayê axivî. Mavîoglû, banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKK’ê bi bîr xist û got: “Piştî van geşedanan, her kes li bendê bû ku gav bên avêtin. Lê dewlet xwe giran dike û bi navlêkirina ‘Tirkiyeya bêteror’ re nîşan da ku dê gavan neavêje. Li dijî vê çendek pêşniyar hatin kirin. Yek ji van jî daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bû. Daxwaza vê jî di esasê xwe de tezên Ocalan pêşkeş kiribûn. Ev tez dikarin bandorê li tevahiya cîhanê bikin. Lewma me ev kampanya da destpêkirin.” 
 
‘HEWLDANA BEŞDARAN JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN E’
 
Mavîoglû, da zanîn ku ji Yewnanistan, Almanya, Swîsre, Fransa, Hollanda û Belçîkayê gelek kes tev li kampanyaya wan bûne û wiha pê de çû: “Ji hemû welatên Ewropayê kesên tev li van xebatan dibin hene. Piraniya wan jî akademîsyen, nivîskar û rojnameger in. Gelek entelektuelên li Ewropayê sirgun bûne tê de cih digirin. Hewldana tevekan jî azadiya Abdullah Ocalan e.” 
 
RÊXISTINÊN CUDA PIŞTGIRIYÊ DIDIN KAMPANYAYÊ
 
Mavîoglû, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê hêj didome û ev tişt anî ziman: “Avakirina şert û mercên azad ên Abdullah Ocalan û azadiya wî, ji bo aştiyê diyarker e.” Mavîoglû, got ku rêxistin û avadaniyên cuda yên li Ewropayê piştgiriyê didin kampanyayê û wiha dom kir: “Partiya Çep a Ewropayê, yek ji wan rêxistinên ewil bû ku piştgirî da. Her wiha koma çep a Parlamentoya Ewropayê yek ji wan bû. Rêxistina civaka sivîl ARCI ku li seranserî Îtalyayê zêdetirî milyonek endamên wê û hezar û 400 komeleyên wê hene, jî tev li kampanyayê bû. Li Efrîqaya Başûr Psîkoposên Katolîk, Tifaqa Evanjelî ya Cîhanê, fîlozofê Hirvat, nivîskar û aktîvîstê siyasî Srecko jî tev li bû. Ev kesên tev li xebatan bûn, bi parvekirina vîdeoyan û bi şandina daxwaznameyê ya bi rêya mailê ji Wezareta Dadê re serlêdan kirin. Dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.” 
 
‘DINYA XWEDÎ LI BANGA OCALAN DERDIKEVE’
 
Bi domdarî Mavîoglû anî ziman ku rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên cur bi cur xwedî li banga Abdullah Ocalan derdikevin û wiha pê de çû: “Kesên piştgiriyê didin kampanyayê, dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin û ji hêla fikrî ve nîqaş bikin. Li hêla din her kes dizane ku divê zext li Wezareta Dadê û Tirkiyeyê were kirin. Lewma ev serlêdan hêj didomin. Serdana Abdullah Ocalan, yek ji mijarên diyarker e. Lê armanca me ya esasî ew e ku şertên azad ên xebatê yên jiyanê yên Ocalan biafirînin. Em dixwazin hikûmet di vê mijarê de gavan biavêje.” 
 
GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN
 
Mavîoglû, got ku ji bo aştiyê divê hiqûqa dijminatiyê ji holê were rakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan, Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê were rakirin. Hewceye hemû qanûnên dij-demokratîk bên rakirin. Ji bo vê jî divê destûra bingehîn biguhere, divê xalên li gorî Peymana Tirkîtiyê bên paqijkirin, divê nasnameya Kurd, Tirk û hemû gelên din di destûrê de bê naskirin. Her wiha divê rêzê ji bo encamên hilbijartinê bigirin, sepana qeyûm ji holê were rakirin, hevşaredarên girtî bên berdan. Divê li her çar aliyên Tirkiyeyê derfetên xwebirêxistinkirina demokratîk bên dayin û astengiyên li pêşiya rêxistiniya sendîkayî bên rakirin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
20:14 Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin
16:28 Ji bo sersaxiya Zîlan Esen serdana girseyî
16:06 Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin
15:17 Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin
15:14 DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî
14:20 Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre
14:11 Di 7 mehan de 4 hezar û 426 şewat: Qadeke 50 hezar hektar bû xwelî
14:04 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû: Derwêş û Edûlê
13:38 Li Koreya Başûr ji ber germa zêde 13 kes mirin
12:57 Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê
12:44 Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê
12:15 Li dijî karwanê NY´ê êriş: Kesekî birîndar bû
12:02 Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in
11:59 Şîna Firat Bayrak bi girseyî hate ziyaretkirin
11:58 Li dijî derxistina 223 karkeran bertek
10:57 Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e
10:50 Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin
10:10 Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe
09:51 Keşeyê Dêra Portestanê Peker: Ger em bibin yek dê hikûmet gavan biavêje
Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acar: Dermanê Kurdistanê yekîtî ye
09:42 Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
09:29 Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê
09:21 Saziyên Wanê: Pêvajo firsendeke sedsalî ye, misgoerkirina qanûnî divê
09:12 Li Edeneyê 22 kedkar 9 sal in li benda vegera ser kar in
09:08 Li taxên Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
09:08 Di bin 40 pileyî de dixebitin: Ji mecbûrî
09:03 Hesendînî: Em xwedî li xwezaya xwe derkevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
29/07/2025
21:38 Brîtanya: Eger Îsraîl agirbestê paşguh bike ew ê dewleta Filistînê nas bikin
21:18 Li Şirnexê li dijî darbirînê kampanyaya îmzeyan
20:39 Di navbera Tirkiye û Qazaxistanê de 20 peyman hatin îmzekirin
17:00 Li Îdîrê jinan pêvajo gotûbêj kir
16:50 Di doza teşhîrkirina bedena jinan de biryara bêşopandinê
16:44 Li Îranê di hefteyekî de 20 girtî hatin darvekirin
16:32 Ji Siwêdayê banga ‘Ambargoyê rakin û hesab ji sûcdaran bipirsin’
16:21 ÎHD’ê têkildarî rewşa Hatîce Onaran name ji wezaretê re şand
16:20 Nerazîbûna li dijî erêkirina beraata doza Komkujiya Enqereyê
16:07 Karneya ÎHÎK’ê ya girtîgehan: Ji bo 21 hezar û 642 serlênanên binpêkirinê 153 serdan kirî
15:06 Şîna Berîvan Demîr bi girseyî hate ziyaretkirin
13:42 Rojnamevanan li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê: Em deng didin hempîşeyên xwe yên Filistînî
13:18 Ji ber ‘lêgerînê’ tedawiya girtiyekî hate astengkirin
12:11 Têkildarî astengiyên tehliyeyê ji bo 4 saziyan serlêdan hate kirin
12:03 Baroya Amedê: Divê parvekirinên ku aştiya civakî tehdîd dikin cidî neyên girtin
11:36 Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin
11:27 Li Rezanê polîs tundî li ciwanekî kir
11:18 Ji bo zarok û mezinan perwerdehiya ziman destpê dike
11:15 Li Girtîgeha Merîwanê tundiya li ser girtiyan zêde bûye
11:09 Li Mêrdînê welatî bêav hatin hiştin
11:08 Ji ber nelirêtî û gendeliyên di dema qeyûm de: 25 kes hatin cezakirin
10:49 Polîsê ku zarokê 7 salî kuşt dê neyê darizandin
10:25 Li Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê sixtekarî!
09:55 Îkbal Eren: Em gorên xizmên xwe û cezakirina kiryaran dixwazin
09:50 Dîmen karkerên HepsiJET'ê piştrast kirin
09:43 Pirsa ku tehliyeyê dereng dixe: Eger PKK bi avabûneke nû dewam bike, hûn ê tevlî bibin?
09:13 Rojnamevan Abayay tê bibîranîn: Peyrewên wî lêgerîna heqîqetê didomînin
09:12 'Gavên yekalî pirsgirêka ewlehiyê kûrtir dikin'
09:11 Jakob Migenda: Têkoşîna Ocalan nîşaneya azadiya gelan e
09:06 Înîsyatîfa Yekîtiyê: Dive her kes beşdarî Înîsyatîfa Yekîtiyê bibe
09:03 Li Cizîrê ciwanên ku bi bekçiyan re nîqaş kirin hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2025'AN
28/07/2025
21:21 Abdullah Ocalan: Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye
16:43 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Sûriyeyê 8 jinên Elewî hatine revandin
16:24 Li Qersê civîna jinan: Dê têkoşîna me destkeftiyên me diyar bike
16:01 Li Hesendînê çalakî: Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk pêk tê
15:49 Bîranîna Komkujiya Roboskê: Bêyî rûbirûbûna aştî pêk nayê
15:48 Li Şirnexê li dijî talana daristanan dê kampanyaya îmzeyan bê destpêkirin
15:39 Piştguhkirina DEDAŞ’ê bû sedema mirina 6 çêlekan
15:34 Hunermendan ji bo pêvajoyê 8 pêşniyarî kirin
14:41 KESK: Bila mûçeyên herî kêm di ser sînorê xizaniyê de be
14:05 Ji bo girtî Kiskaç bang: Rewşa wê ya tenduristiyê giran e
13:26 Îranê 4 sal û 8 meh ceza da nivîskarê Kurd
13:16 DAIŞ’ê êrişî dêrê kir: 43 kes mir in 15 kes jî birîndar bûn
13:08 Şara dê sêyek a Parlamentoya Sûriyeyê diyar bike
12:12 DFG’ê 3 rojnamevan bi bîr anî: Şehîdên Çapemeniya Azad rûmeta me ne
12:00 100 jinên enternasyonalîst: Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan
11:29 Rahîb Kavak: Divê dêr jî tevli pêvajoyê bibin
11:03 Li Iraqê partiya jinan hate damezirandin
10:56 Hejmara nû ya Xwebûnê der ket
10:42 Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê înfaza 2 girtiyan hate şewitandin
10:35 Beşdarên Konferansa Yekitiya Neteweyî: Em ê bi yekitiyê ve bi ser bikevin
10:30 Çima civîna Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin?
10:05 ‘Lijneyên çavdêriyê hêviya çareseriyê hedef digirin’
10:02 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Berpirsiyarê şewatan hikûmeta AKP’ê ye
09:21 Xwest bibe vasî lê vasî tayînî wî kirin û jiyana wî serobino kirin
09:09 Di Mihrîcana Munzûrê de nêrîna hevpar: Li dijî talanê têkoşîna hevpar
09:05 Mîhrîcana Stranan a Arxavûnê bi dawî bû
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2025’AN
27/07/2025
16:29 'Divê erka rêveberiyên herêmî ya mudaxalekirina şewatan bê zêdekirin'
16:05 Hevserokên Giştî yên DBP'ê çûn serdana Veysî Aktaş
16:01 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de mijara ekolojiyê hat nîqaşkirin
15:33 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Dev ji xebata ku zirarê dide Birqleynê berdin
15:18 Îsraîlê êrîşî Lûbnanê kir: 2 kes mir
14:35 SOHR: Hêzên Îsraîlê ketin Quneitra
14:16 Hevserokê DBP'ê Bayindir: Kurd nêzî bidestxistina statuyê ne
13:39 Siweyda di bin dorpêçê de ye, 36 gund wêran bûn
13:06 Encamnameya Konferansa Yekitiya Neteweyî: Dem dema bi hev re qezenckirinê ye
12:31 Hêzên Îranê kolberek kuştin