ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku di pêvajoyê tu xitimîn nînin û got: “Hemû pêşniyarên me yên ji bo usûla xebitandina komîsyonê û esasên wê jî amade ne. Pêşnûmeya me ya di vê mijarê de amade ye.”
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiyê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da.
KRÎZ TUNE YE
Ayşegul Dogan, bal kişand ser hevdîtinên piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên PKK’ê û got: “Di pêvajoyê de tu xitimînin nînin. Rewşa em tê de nîşan dide ku pêvajo li gorî ritma xwe pêş dikeve. Di halê hazir de tu xitimînin û krîz tune ne.”
Ayşegul Dogan, bi domdarî behsa geşedanên li Rojhilata Navîn û ev tişt anî ziman: “Ne meseleya Kurd ne jî pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyeyê ji meseleyên Rojhilata Navîn cuda nînin. Em êdî qala pirsgirêkeke herêmî dikin. Pirsgirêkên herêmî dikare ji geşedanên herêmî bandor bibin. Nêzikatiya me ya ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê heman in. Li gorî me divê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî bi rêya diyalog û muzakereyan bên çareserkirin. Em li dijî her cureyên dagirkeriyê, polîtîkayên ewlehîperest û hegemonîk in. Di demeke şer de divê qada siyaseta demokratîk were xurtkirin û lez bidin geşedanên demokratîk. Mifteya çareseriyê, bidawîbûna şer bi vekirina rêyên diyaloga siyasî û muzakere ne.
Her tişt guhere, Rojhilata Navîn diguhere. Û hemû welatên li Rojhilata Navîn ji vê guherînê para xwe digirin. Hêvî û daxwaza me ew e ku bi awayekî demokratîk û aştiyane bibe. Divê em van guherînan wiha bixwînin û li gorî wê rê û rêbazan pêş bixin. Di vê pêvajoya dîrokî de divê em vê firsenda aştiyê baş bi kar bînin.”
‘DIVÊ SEROKÊ MECLISÊ ÎNÎSIYATÎFÊ LI XWE BIGIRE’
Ayşegul Doganê got ku divê Serokê Meclisê înîsiyatîfê li xwe bigire û wiha domand: “Bi vê înîsiyatîfê divê hevserokên giştî, serokên giştî û bi rayedarên partiyan re bicive û têkildarî usûl û esasên komîsyonê nîqaşan bikin. Piştre jî bi raya giştî re parve bikin. Erê rast e pêdiviya me bi daxuyaniyên erênî heye lê êdî gotin tenê têr nakin. Dive hin tişt bên kirin. Pêdiviya civakê bi pratîkê heye.
PÊŞNÛMEYA ME AMADE YE
Pêdiviya civakê bi berfirehkirina qada demokrasiyê û demokratîkbûnê heye. Divê birêz Kurtulmuş tavilê tiştên pêwîst bike, rayedaran kom bike û bi partiyên siyasî re vê mijarê nîqaş bike. Hemû pêşniyarên me yên ji bo usûla xebitandina komîsyonê û esasên wê jî amade ne. Pêşnûmeya me ya di vê mijarê de amade ye.”