STENBOL - Parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê lêgerîn bi zorê dispêrin girtiyên jin ên nû tên girtin.
Endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîparez, (OHP) girtiyên jin ên li Girtigeha Tîpa L a Bakirkoyê ziyaret kirin. Parêzeran piştî girtî ziyaret kirin diyar kirin ku girtî rastî spartina lêgerîna tazî tên. Parêzeran anîn ziman ku nameyan dereng didin girtiyan û wiha gotin: "Hin name nagêjin girtiyan. Di demên dawî de pêkanînê tecrîdê girantir bûn. Girtiyên jin ên nû rastî lêgerîna tazî ya bi zorê tên. Girtî rastî bê rûmetiyê tên. Hevdîtinên girtî û vekirî yên berê saetek bkûn niha daxistine 30 deqîqeyî. Girtî her cara ku dibin nexweşxaneyê rastî pêkanîna kelepçeyê tên. Bêyî wan derman bikin dîsa wan paşve dîtin. Di mehên dawî de di saetên serê sibê de bi ser odeyên girtiyan de digirin û lêgerîn dikin. Bi taybetî di 2 mehên dawî de zextên li ser girtiyan zêde bûne."