ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku wan bend derbas kiriye û ji gel xwest ku sindoqan bê xwedî nehêlin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezaî Temellî piştî nîvro hatin Enqere û li navenda Giştî ya HDP'ê encama hilbijartinê şopandin. Piştî HDP’ê benda ji esedî 10 derbas kir ji aliyê hezaran kesan ve li ben navenda Giştî ya HDP'ê pîrozbahî hat lidarxistin. Niha li gelek bajarên Tirkiye û Herêmê HDP piştî bend derbas kir pîrozbahiyên girseyî pêk tîne. Li Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Qers, Riha û gelek bajarên din gel derketiye kolanan û bi konvoyan pîrozbahiyê pêk tînin. Girseya ku li pêş navenda Giştî ya HDP’ê jî pirozbahî pêk anî, bi def û zuryena govend gerandin û dirûşmeyên “Ev serkeftina Efrinê ye. Ev serkeftina Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê ye." berz kirin.
SINDOQAN TERK NEKIN
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û got: "Me bend derbas kiriye. Lê divê dîsa em sindoqan bê xwedî nehêlin. Medya îktîdarê her tiştî berovajî dike. Wekî ku AKP û Erdogan serekftinek mezin bi dest xistibe nîşan dide. Lê ne wisa ye. Em niha bi hevre dibînin. Ji ber vê yekê divê em sindoqan terk nekin û li sindoqan xwedî derkevin. Em li benda dengekî zêde ne. Ji ber vê yekê divê heta dawiyê em sindoqan biparêzin."