ENQERE - Ajansa Anadolu di destêpa vekirina sindoqan de rêjeya Erdogan di ser ji sedî 58'an de nîşan dide û manipulasyonê ava dike. AA, di 3 hilbijartinên dawî de heman rêbazê bikar tîne. AA, di hilbijartina 7'ê hezîranê de AKP di ser ji sedî 62,5'an de nîşan da. Lê piştî encama hilbijartinê hikûmet ketibû.
Piştî Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK), qedexeya weşanê rakir, Ajansa Anadolu (AA) daneyên ewil ên Hilbijartina 24'ê Hezîranê ya Serokomariyê û Parlamenteriyê bi raya giştî re parve kir. AA, rêjeya Serokomar Tayyip Erdogan di ser 58'ê an re nîşan da. Ji bo îtîfaqa Cumhur jî ji sedî 64 nîşan da. Ev yek bû sedema niqaşan.
AA DI 3 HILBIJARTINÊN D8AWÎ DE HAMAN RÊBAZÊ PÊK TÎNE
AA, di 3 hilbijartinên dawî de AKP’ê di rêjeya asta jor de dide nîşan û partiyên din di rêjeya asta kêm de dide nîşan û hişekî ava dike. Di 16'ê Nîsanê Referandumunê de AA, ji bo dengê “Erê" ji sedî 77,51 dabû destpêkirin. Lê encam ji sedî 51 derketibû. Di hilbijartina 1'ê mijdara 2015'an de jî rêjeya AKP'ê ji sedî 72,5 dabû destpêkirin. Piştre rêje daketibû ji sedî 49. AA di 7'ê Hezîranê de jî rêjeya AKP’ê ji sedî 62,5 nîşan dabû. Encam ji sedî 40,9 bi dawî bûbû.
Li gorî daneyên ku CHP’ê ji YSK’dê girtin, Erdogan ji sedî 48.11, Muharrem Înce ji sedî 30.59 ye.