ENQERE - Berdevkê CHP'ê Bulent Tezcan, li navenda Giştî CHP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Tezcan, diyar kir ku Ajansa Anadolu (AA) dixwaze bi daxuyaniyan hişekî ava bike û wiha got: “AA li ser sûc hat girtin. Tu carî rêjeya dengê Erdogan derneket ser ji sedî 48’an."
Berdevkê CHP'ê Bulent Tezcan, li navenda Giştî CHP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Tezcan, diyar kir ku Ajansa Anadolu (AA) dixwaze bi daxuyaniyan hişekî ava bike û wiha got: “AA li ser sûc hat girtin. Tu carî rêjeya dengê Erdogan derneket ser ji sedî 48’an. Li gorî daneyên me 638 sindoq hatine vekirin. Erdogan ji sedî 46,58, Muharrem Înce ji sedî 40, Demîrtaş ji sedî 4, 06. Perîncek ji hezaran 61 li ser ekranê hate parvekirin. Ji sedan 5 sindoqên hatî vekirin ev encam e. Ti demê Erdogan ji sedî 48 derbas nekiriye. Li gorî daneyên AA ya li ser sûc hate zeftkirin, hê ji sedî 3 nehatî vekirin ji sedî 77 da.”
Tezcan da zanin ku çavkaniyên hikûmetê rê li ber aloziyên civakê vedike. Bang li rayedaran kir ku bi baldar bin.