ENQERE - Polîsan mudaxaleyî koma bi armanca dengan bişopînin çûn li ber YSK'ê kom bûn, kir. Polîsan kesek binçav kir.
Polisan mudaxaleyî koma ku ji 50 kesan pêk dihat û ji bo dengan bişopîne li ber Lijneya Hilbijartinê ya Bilind Kom bû, kir. Koma ku çûn ber YSK'ê li ber Pira Mithatpaşa ji aliye polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan destûr neda komê ku biçin ber YSK'ê û mudaxale kir. Di bûyerê de alozî derket û kom heta Kolana Ziya Gokalp dûr xistin. Di bûyerê de kesek ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Lê dîsa kom hatin cem hev û rawestina wan didome.