ERZIROM - Li taxa Kopal a Navçeya Qereçobanê ya Erziromê di navbera du malbatan de şer derket û çek bikar anîn. Di şerê bi çek de Serokê Navçeya Qereçobanê yê Partiya ÎYÎ Sadik Durmaz û 2 kesên din hatin kuştin.
Li taxa Kopal a Navçeya Qereçobanê ya Erziromê di navbera du malbatan de şer derket. Di şerê bi çek de Serokê Navçeya Qereçobanê yê Partiya ÎYÎ Sadik Durmaz, Agit Yazan u kesekî navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan. Kesê ku navê wî nehat zanîn û bi giranî birîndar bû dema bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Erziromê di rê de jiyana xwe ji dest da. Serokê CHP'ê yê Navçeya Qereçobanê Husnu Yilan, diyar kir ku 24 kesên ji Wezareta Karên Hundir peywirdar hatin vir û wiha got: Me ev yek qebûl nekir. Me bertek nîşanî vê yekê da. Piştre namzetê AKP'ê yê Erziromê ku em navê wî nizanin hat vir. Me xwest ew jî li vir raneweste. Piştre şer derket. Gule barandin. Di encama gulebaranê de Serokê Navçeya Qereçobanê yê Partiya ÎYÎ Mehmet Siddik Durmaz, welatî Agit Yazan û kesekî din jiyana xwe ji dest dan.