ÎHD: Li Pirsûsê mudaxaleyî vîna hilbijêr kirin

  • rojane
  • 17:33 24 Hezîran 2018
  • |
img
ENQERE - Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî mudaxaleyên namzetên AKP'ê yên li Pûrsûsê rapor amade kir. ÎHD'ê diyar kir ku namzetê AKP’ê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz û zilamên wî li Pirsûsê mudaxaleyî vîna hilbijêran kiriye. ÎHD'ê da zanîn ku rêgezên hilbijartina adîl, dirûst û wekhev hatiye binpêkirin.
 
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan  (ÎHD) têkildarî bûyerên îro pêk hatin bi sernavê “Rapora navber a îhalên Roja Hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an a Serokomariyê û Parlamenteriyê" rapor bi raya giştî re parve kir. Heta saet 14.30'an geşedanên di roja hilbijartinê de pêk hatin wina ne: 
 
“1- Di serî de li Erzirom, Agirî û gelek bajarên Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat kartên îbareya Wezareta Karên Hundir li ser heye yên dixin situyên xwe ku li ser ‘Gîhandina Tam a Erkdarê Hilbijartinê" heye di destê polîsan de hatiye girtin. Dîsa di destê welatiyên sivîl de hatiye girtin. Ev mijar bi YSK’ê re hatiye parvekirin û xwestiye lêkolîn bê kirin. 
 
2- Li navçeya Pirsûs a Rihayê wekilê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz û zilamên wî bi çekan li dibistanên Ataturk û Cumhuriyetê yên Pirsûsê û Lîseya Anadolu ya GAP'ê çûne ser peywirdarên sindoqê û gef li peywirdar û hilbijîran xwarine. Li hin sindoqan telefonên peywirdaran desteser kirine. Endamê lijneya Sindoqê yê HDP’î derp kirine. Ev çavdêrî li gelek cihan hatiye dîtin. Li Lîseya Îmam Hatipê di êrîşa parazvanê weklê AKP’ê de gelek kes birîndar bûne. Li dibistana Seretayî ya Suleyman Şah li ser sindoqa hêjmar 1068'an li şûna kesekî gelek kesan deng bikar anîye û gelek kesan bi hevre deng bikar anine. Li dibistana Seretayî ya Hurriyetê li ser sindoqên hêjmar 1111, 1112 û 1109'an dengê komî hatine avêtin. Di saetên serê sibê de namzetê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz û nêzî 200 parazvanên wî yên bi çek li gel polîsan peywirdarên sindoqan derxistine derve deng bi komî bikar anîne. 
Li Navçeya Pirsûsê gelek çuwalên dengan hatine bi dest xistin. Li sindoqa hêjmar 117'an a Dibistana Seretayî ya Valî Ziya Çoker, bi gotina 'Deng û pusula qediya ne' welatî û hilbijêr paşve vegarandine. Di dibistanên li baxçeyê dibistana seretayî ya Bilge  a Pirsusê gelek pusulayên dengan hatin dîtin. Bûyerên ku îro li navçeya Pirsûsê pêk hatin rêgezên hilbijartinê yên adîl, demokratîk wekhev û pîvanên zagonî binpê kirin. Li Pirsûsê êrîşî vina hilbijêran kirin. ÎHD'ê xwest ku YSK li vê navçeyê hilbijartinê betal bike û di demek guncavtir de hilbijartinê pêk bîne. ÎHD'ê têkildarî van îhlalan serî li YSK'ê da. 
 
 
3- Li taxa Uluhanê Dibistana Seketayî ya Îmam Hatipê  a Navçeya Halîliyê peywirdarê sindoqê yê CHP’î hat darpkirin û derxistin dervê dibistanê. 
Li ser sindoqa hêjmar 1196'an a Dibistana Seretayî ya Geçitê ya navçeya Karakopru li şûna jinan mêran deng bikar anine. Dîsa li ser sindoqa hêjmar 2242'an muxahîd rastî gefan hatin. 
 
4- Li Dibistana seretayî Akkoyunlarê ya Naveya Rezan a Amedê gelek pusulayên dengan ên bê mohr hatin destxistin. Li Dibistana Yunus Emre jî ji bilî peywirdarên AKP'ê peywirdarên din ên sindoqê negirtin hundir. 
 Li Dibistana Gundê Goksu ya Bismila Amedê li şûna Fatma Koçer  a 80 salî dengê wê bikar anîne.  Li Gundê Yukarihandanê yê Gelê bi awayekî ne li rê deng avêtine. Li Gundê Çataltarla yê Çinarê destûr nedan hilbijêr dengê xwe bavêjinê. Li Gundê Koçgar ê Pasûra Amedê cerdevanan rê girt û destûr nedan hilbijêr biçin ser sindoqan. Cerdevanan destûr nedan HDP’î biçin gund. 
 
 5- Li navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê torbeyên deng û pusulayan ên 12 dibistanan qetiya yî bû. 
6- Keyayê Gundê Adak ê Dêrika Mêrdîn hilbijêr tehdît kirin. Xwestin welatî bi zorê dengê vekirî bidin. 
 
7- Li pêş gelek dibistanên li Îzmirê maşîneyên bê plaka geriyan. 
 
8- Li ser sindoqa 2425'an a Lîseya Anadolu ya Sokullu Mehmet Paşa a Çankaya Enqereyê peywirdarên sindoqê destûr nedan 2 hilbijêrên wê sindoqê deng bavêjin sindoqê. 
 Li Dibistana Akbilek a Sîncana Enqereyê muşahîd ji aliye AKP û MHP'ê ve hatin asteng kirin. Li navçeya Mamakê ya Enqere Dibistana Metehanê li şûna welatiyên kurd deng hatin avêtin. 
9- Ji Fransayê heyetek ji du kesan pêk dihat ji bo şopandina hilbijartinê hatin Agiriyê. Heyeta ji du kesan pêk tê û wergerê xwe li Agiriyê di nokteya polîsan de hatin binçavkirin. Nehat zanîn heyet ji ber kîjan sedemê hatiye binçavkirin. 
 
Li navenda Erzirom û navçeya wê Tekmanê endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Yavuz Karabudak, Sertaç Ozturk û Erdal Ozakçil ên ku çavdêriya hilbijartinê dikirin hatin binçavkirin. Karabudak û Ozakçil navenda Erziromê û Ozturk jî li Tekmanê hat binçavkirin. Hinceta binçavkirina her sê çavdêran nehat zanîn û nehat hînbûn ew li ku tên ragirtin. 
 
10- Li Gundê Doğankoy ê Bewarî yê Sêrtê deng li pêş pêrdê hat dayîn. 
 
11- Li Kerçewsa Êlihê Çavdêrê İtalyan Chistina Elico di kontrola rê de hat binçavkirin. 
 
12- Li Dibistana Ugur Erkey a Ayazaga ya navçeya Sariyerê ya Stenbolê kesekî li şûna 3 kesan deng avêt u hat binçavkirin. Nûnerê AKP'ê li ser Dibistana Mehmet Akif Ersoy a li Stenbolê parlamenterê Îyi Parti Umit Ozdag darp kirin. 
 

Sernavên din

27/06/2018
09:05 Polîsan pêşî ew derb kir, paşê bi mirinê gef lê xwarin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2018'AN
26/06/2018
21:24 Hunermend Hozan Canê hat girtin
20:17 Şevket Sayginê 61 salî li girtîgehê mir
18:42 Koçyîgît: Li Mûşê 3 wekîl yên me ne
17:36 AKP dixwaze wekilê ku HDP’ê li Colemêrgê qezenç kir jê bistîne
17:00 26 herêmên Çewlikê hatin qedexekirin
16:53 MYK’a HDP’ê ji bo rojeva hilbijartinê kom bû
16:37 Li Edenê kesek hat binçavkirin
16:27 ‘Têkoşîn ji nû de dest pê dike’
16:13 Bi OHAL'ê re îşkence li kolanan belav bû
15:47 Sucu yê ekolojîst û redkarê wijdanî hat binçavkirin
15:46 Tirkiye 13 kesên başurî girtin radestê Nusra kir wan jî dan PDK’ê
15:37 Li gundên ku goristan lê hatin rûxandin HDP bû partiya yekemîn
15:16 Celalettin Can: Parastina demokrasiyê ne sûc e
15:02 Ji ber tifaqên hatin avakirin HDP’ê li Serhedê 3 wekîl winda kirin
14:53 Li Efrînê komên çekdar mal şewitandin
14:29 ‘Li Tirkiye işkence pir zêde bûye'
14:28 Ber nexweşxaneyê bûye sergoyê bermayiyan
14:01 Apê Leyla: Hemû îxbarên roja îro hatin kirin derew derketin
13:54 180 CHP'iyan li Şirnexê îstîfa kir: Partiya me di rêya şaş de ye
13:05 Daxwaza hevdîtana Ocalan a 766’emîn hat redkirin
13:04 HDP di girtîgehan de bû partiya yekemîn
12:21 Parlamenterên Êlihê bi hilbijêran re kom bûn
12:11 Halkevlerî: Koalîsyona AKP-MHP’ê dê krîzê kûrtir bike
12:10 MHP’ê xwest OHAL bidome
11:28 Polîsan li Xelfetiyê 3 kes binçav kirin
11:27 Parêzerên Ocalan cara 766’emîn serlêdan kirin
11:21 ‘HDP namzete ku bibe dengê hemû kesan’
11:21 Heyeta Îtalyan: Ne hilbijartinek demokratîk bû
10:59 Ji Sûrê ber bi Meclîsê ve: Ez ê qewimandinên li Sûrê vebêjim
10:58 Piroglu: Qesrê serkeftina Pirusê bi dest xistiye
Koçyîgît: Divê em bi lez têkevin nava seferberiyê
10:57 Serketiyê hilbijartinê HDP ye
10:33 Dersîm Dag a HDP’î: Ez nûnera jin û ciwana me
10:16 'Tecrîd rabe wê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê vebibe’
09:22 Li ber nexweşxaneya ku jê hat avêtin di çalakiyê de ye
09:21 ‘Gelê Botanê berpirsiyariya xwe bi cih anî'
09:18 Îpekyuz: Dê têkoşîna me ya ji bo demokrasiyê bidome
09:17 Başkaya: Projeyên îslamîtiya sîyasî tune ne, riya wan sînordar e
09:16 Amedî: Tekane wehda rejîma yekzilamî ya ji bo kurdan şer e
09:16 Abdullatîf Şener: Di vê pergalê de karê muxalefetê zehmet e
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2018'AN
25/06/2018
17:15 Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Çîçek hat berdan
17:14 Ji Gundê Xerabê Bava HDP'ê ji sedî 91 deng derxist
15:57 Li Bazîdê ku peykerê Xanî xera kirin HDP bû partiya yekemîn
15:52 Di Pîrozbahiyên Amedê de zêdeyî 10 kes hatin binçavkirin
15:32 Birayê Serokê Partiya ÎYÎ jî hat kuştin
14:57 Li Meclîsê nûnertiya jinê ji sedî 17,5 e
14:56 Mizrakli: Kurdan ji polîtîkayên AKP’ê re got ‘na’
13:33 Li her du girtîgehên Amedê jî HDP û Demîrtaş bi ser ket
13:26 Înce: Rejîma nû ji bo Tirkiye talûkeyek mezin e
12:21 Dê wêneyê rojnamegera girtî Dogan li Fransayê bê pêşandan
11:49 Şiroveya siyasetmedarên Ewropa: Demokrasî ketiye talûkeyê
10:44 Li Bûrsayê 2 karkerên çandiniyê di qezayê de mirin
10:16 HDP dê raporê amade bike
09:21 HDP'ê li bajarên hatin xerakirin rekor derbas kir
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2018'AN
09:00 HDP'ê 25 JIN ŞANDIN MECLÎSÊ
08:55 HDP'ê ji hemû rengên Tirkiye parlamenter birin meclîsê
24/06/2018
23:59 AKP-MHP'îyan êrîşî avahiyên HDP'ê kirin
23:17 Encama hilbijartinê ji qemûman re got na
23:14 Tezcan: Hilbijartina Serokkomariyê ma tûra duyan
22:13 Li Êlih û Geverê mudaxaleyî pirozbahiyê kirin
21:34 Temellî: Me bend derbas kir em sindoqan terk nakin
21:17 HDP'ê benda ji sedî 10 derbas kir
21:10 HDP’ê bang kir: Gun nedin manipulasyonên AA û sindoqan terk nekin
20:49 Li Roboskî HDP û Demîrtaş rekor şikand
20:23 Di sindoqa Demîrtaş de HDP bû yekem
19:57 Li Amara HDP û Demirtaş bûn yekemîn
19:44 AA di 3 hilbijartinên dawî de heman rêbaz pêk anî
19:30 Berdevkê CHP'ê Tezcan: AA li ser kuc hat girtin Erdogan ji sedî 48 derbas nekir
19:20 Polîsan mudaxaleyî girseya ku li pêş YSK'ê kom bûn kirin
18:26 Serokê Navçeyê yê Partiya ÎYÎ hat kuştin
18:03 Dîmenên dengên blok ên ku AKP'ê li Rihayê avêtin sindoqan derketin
17:33 ÎHD: Li Pirsûsê mudaxaleyî vîna hilbijêr kirin
17:11 Hilbijartin qediya dest bi jimartina dengan kirin
16:40 Ahmet Şik hilbijêra nexweş hilgirt û bir ser sindoqê
16:23 Serdozgerî: 4 kesên nelirê deng bikar anîn hatin binçavkirin
16:11 Fermandar li ser sindoqê ye: Ez naxwazim Velî Encu li vir bibînim
15:51 Heyeta Fransî li Agiriyê hat binçavkirin
15:48 Li Rûbarokê jin yekem car çûn ser sindoqan
15:06 Li Mûşê dîmenên dengdayîna komî derketin holê
15:05 Birîndarên êrîşa 5'ê Heziranê çûn ser sindoqan û deng dan
14:39 Xizmên Yildiz ê AKP'î li Pirsûsê HDP'î kêr kirin
14:06 Yildiz û xizmên xwe li 6 dibistanên Pirsûsê dengên blok bikar anîn
13:57 25 kîlo mîtro rê meşiyan û dengên xwe dan
12:52 Serokê YSK’ê ji bo Pirsûsê daxuyanî da
12:52 Buldan: Vê dibistanê oxir anî
12:46 Bi sedyeyê çû ser sindoqê
12:11 Li Stenbolê gel dibistanan naterikîne
11:56 Şaredarê AKP’î gef li peywîrdar û namzetê HDP’ê xwar
11:51 Dayik Emîne Şenyaşar deng da: Înşallah dê hilweşe û biçe
11:40 Li Şirnex, Cizîr û Nisêbînê gel diherike deng dayînê
11:31 Guven li girtîgehê û Ozturk li Agirî dengê xwe avêt
11:23 Akşener dengê xwe avêt: Hûn nikarin îrateya hur îtîraz bikin
11:14 Saçilik: Min dengê xwe ji bo hemû dayikên xemgîn bûne avêt
11:06 Demîrtaş li girtîgehê dengê xwe avêt: Encam dê pir xweş be
11:02 Şik dengê xwe da: Em ê ji vê mafayayê xelas bibin
11:00 Înce dengê xwe avêt: Ez dê êvarî li ber YSK’ê bim
10:54 Li Pirsûsê Yildiz ê AKP’î li ser kar e: HDP’iyan derb kirin û dengên blok bikaranîn