RIHA - Serdozeriya Komarê ya Rihayê daxuyaniyek da û diyar kir ku 4 kesên nelirê deng bikar anîne hatine binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Rihayê diyar kir ku 4 kesênk li navçeya Pirsûsê ne li rê deng bikar anîne hatine binçavkirin. Serdozger tekildarî bûyerên ku Namzetê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz û zilamên wî tev lê bûne daxuyanî da. Serdozger îdîa kir ku hemû îdîa û nelirêtî lêkolîn kirine û 4 kesên ne li rê deng bikar anîne hatine binçavkirin. Dozger diyar kir ku têkildari bûyerên ku partî û hilbijêran serî li wan daye lêkolîn kirine û agahi dane dozgerên navçe û bajaran. Lijneya Hilbijartinê ya NAvçeyê ji bo hin îdîa bên lêkolîn kirin serlêdana sûc li Dozgeriya navçeyê kirine. Dozgerê navçeyê têkildarî bûyeran lêpirsîn daye destpêkirin. Li ser fermandariya dozger 4 kesên ne li rê deng bikar anîne hatine binçavkirin. Dozger da zanin ku lêpirsîna wan didome.