ŞIRNEX – Xizmên welatiyên di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan Velî Encu yê muşahidiya HDP’ê kir bertek nîşanî gotina “Ez naxwazim Velî Encu li vir bibînim” a fermanderek leşkeran da.
Velî Encu yê di Komkujiya Roboskî ya girêdayî Qilebana Şirnexê de birayê xwe û gelek xizmên xwe winda kir got ku fermanderek leşkerî ji keyayê gund û cerdevanan re gotiye “Ez naxwazim Velî Encu li vir bibînim.” Encu bertek nîşanî gotinên fermandar da û got ku bêtehamuliya wan didome.