XERPET - Rayedên Girtîgeha Hêjmara 2 a Ewlekariya Bilind a Xerpetê, bi hinceta “Bi rêya solan fermanê ji rêxistinê digirin” lêgerîna solan li ser girtiyan ferz kirin.
Bi îlankirina OHAL’ê re li girtîgehan jî bin pêkirinên mafan, pêkanînên îşkence, lêdan û hwd, zêdebûn. Li Girtîgeha Hêjmara 2 a Ewlekariya Bilind a Xerpetê, pêkanînên nû ferzî girtiyan dikin. Rayedarên girtîgehê di hevdîtina hefteyê de qeydên solên girtiyan ji wan girtin û dest bi lêgerîna solan kirin. Parêzerên têkildarî bûyerê bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin kirin, gotin ku ev pêkanîn bi hinceta “Bi rêya solan fermanê ji rêxistinê digirin” pêk anîne.
Hat zanîn ku, hevdîtina di nava mehekê de dihat kirin, niha derxistine 2 mehan. Ji bo girtî û xizmên xwe nêzî hev nebin masa xistine navbera wan. Cardin li girtîgehê karta pîstûkê ferzî girtiyan dikin, ên ku vê pêkanînê qebûl nakin jî name û kargoyên wan nadin. Girtiyên bertek nîşanî van bê mafî û pêkanînan dan, diyar kirin ku dê mafê xwe yê telefonê û hevdîtê bikar neyîn in.