AMED/AGIRÎ – Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku girtî ye, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî li navçeya Eleşgîrt ya Agiriyê dengê xwe avêt.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Namzeta HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ye, li Girtîgeha Amedê dengê xwe avêt. Hevserokê KCD'ê û namzetê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk jî li Dibistana Tahîr Beldesî ya navçeya Eleşgîrt ya Agiriyê dengê xwe avêt.
GUVEN: DÊ HER TIŞT BI DENGÊ TE BIGUHERE
Leyla Guven, li ser hesabê twitterê peyam şand û got: "Her kes biçin ser sindoqan. Min li girtîgehê dengê xwe avêt. Ez hevî dikim ku dê her tişt baş derbas bibe. Ji bîr nekin her tişt bi dengê te dê guhertin. Teqez li sindoqan xwedî derkevin."