WAN - Rêxistina HDP’ê ya Wanê bi tevlêbûna sed hezaran mîtîng pêk anî. Gelê Wanê ji çar aliyan bû lehî û herikî qada mîtîngê û bariyerên polîsan derbas kir. Girseya ku piştî mîtîngê belav bû, polîsan xwe lê ragerit û bi bombeyên gazê û ava şit mudaxale kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li pênçrêya Wanê bi tevlêbûna sed hezaran mîtîng pêk anî. Qada mîtîngê tip tije bû û cihê mirovan nema. Ji ber qad tijî bû bariyerên polisan di nava qedê de ma. Girseya ket qadê jî bariyerên polîsan derbas kirin û çûn qadê. Hevserokê Gieştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Namzetê HDP'ê yê Enqereyê Veli Saçilik, Namzetên HDP'ê yên Wanê, endam û rêveberên HDP, DBP yên bajar û navçeyan jî tev li mîtîngê bûn. Dîsa endam û rêveberên Tevgera Jinên Azad, (TJA), Endamê Meclisa Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên demokratîk jî tev li mîtînê bûn. Mîtîng bi muzîkê dest pê kir. Girseya ku li qada mîtîngê kom bûn li ber muzîkê govend gerandin. Ewil hunermend Mesut Gever deket ser dikê û stran got.
POLÎS DESTÛR NEDA WEŞANA ZINDÎ BIKIN
Dema girse bû lehî û ket qada mîtîngê, polîsan ewil girse asten kir û niqaş derketin. Piştre polîsan destûr nedan ku li qadê weşana zindî bê kirin. Dema bi hezaran kes li ber nokteyên kontrolê rawestiyan polisan qad terk kir û ji qadê dûr ketin. Piştî polîsan qad terk kir, girsê bariyerên polîsan xera kirin û ketin qadê.
Di mîtîngê de Namzetê HDP'ê yê Wanê derketin ser dikê, Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede, gel silav kir û wiha got: "Li vî welati pirsgirêka Erdogan heye. Em li dijî hemû lîstikan hestiyar tevbigerin û heta hilbjartin bi dawî bibe em neyên lîstikan. Em li dijî provokasyonê hestiyar û hişyar tev bigerin."
NAMZET ÇÎÇEK Ê GIRTÎ: EM DÊ VÊ PÊVAJOYA TARÎ RONÎ BIKIN
Namzetê HDP'ê yê Wanê Cengiz Çiçek ê girtî jî ji girtîgehê peyam şand û diyar kir ku dê rojên tarî bi dawi bibin û rojên ronî bên. Parêzerê OHP Deniz Işik peyama Çîçek xwend û wiha got: “Hêza ku vê tariyê bi dawî bikin û roniyê bînin hûn bi xwe ne. Ev dem firsenda edalet û azadiyê ye. Serdema hesappirsînê ye. Hêj dengê qêrîna Roboskî, Gumgum, Cizîr, Sûr û Pirsûsê di guhê me de ye."
SAÇILIK: GER KU EM ŞEWITIN BILA EM BI HEVRE BIŞEWITIN
Namzetê HDP'ê yê Enqereyê Veli Saçilik, jî bi kurdî gel slav kir û wiha got: "Min ji ENqereyê silav anîn. Em dibînin gelê Wanê ji niha de bend derbas kir. Me di 7'ê Hezîranê de bend derbas kir em dê niha dîsa derbas bikin. Em dê Enqereyê bikin paytextê demokrasiyê. Dibêjin 'HDP teroristte' Binerin HDP li vir e. HDP gel e û gel li vir e. Dibêjin dest nedin kurdan hûn dê bişewitin. Me xwe li kurdan pêça û hembêz kir. Ger ku em şewitîn bila em bi hevre bişewitin."
GELÊ WANÊ BI HÊZ E
Namzetê HDP'ê yê Wanê Tayip Temel jî diyar kir ku diktator ji tirsan xew nakeve çavên wî û wiha got: "Dîktator ji we ditirse. Gelê Wanê bi hêz û zîrek e. Bi sedan komkujî pêk hatin. Lê serî netewandin. Ne li dijî îşkenceyê, ne li dijî girtinê û ne jî li dijî kuştinê serî netewand. Em dê sibê wan di sindoqan de bifetisînin. Ez we bi heybetiya Çiyayê Sipanê silav dikim.
TEMELLÎ: HETA ERDOGAN NEKEVE AŞTÎ Û DEMOKRASÎ JÎ NAYÊ VÎ WELATÎ
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî diyar kir ku heta Erdogan nekeve ne demokrasî ne aştî û ne jî azadî tê vî welatî û wiha got: "Vî gelî li ber xwe da û bi ser ket. Têkoşina bi rûmet demek pir dirêj e berdewam dike. Heta aştî, demokrasî, edalet û azadî bê vî welatî dê ev têkoşin bidome. Em qet û qet çong danînin. Em dê wekî Figen, Tugba û Bekir li ber xwe bidin. Em dê gel ji vê hişmendiyê rizgar bikin. Divê em li dijî hemû provokasyon û lîstikan hişyar û amade bin û em neyên lîstikan. Em li dijî Faşizmê mil bidin milê hev û bi hevre bi ser bikevin. Ji ber ku heta Erdogan hebe aştî û demokrasî nayê vî welatî. Her ku tirsa wan zêde dibe, nifrîn û êrîşa wan jî zêd dibe. Em dê dawî li vê nifrînê bînin. Li Pirsûsê mirovên bê guneh qetil kirin. Hêj bersûc nehatine binçavkirin."
BI SUCDARKIRINA HDP'Ê LI SER PIYAN DIJÎN
Temelli, da zanin ku êdî hêza wan nemaye û wiha got: "Ji sibê heta êvarî HDP’ê tawanbar dikin. HDP'ê sucdar dikin û li ser piyan dijîn. Dixwazin me û gel bînin hemberî hev. Ji bo bi ser bikevin dixwazin HDP'ê di bin bendê de bihêlin. Lê ew dê di bin de bimînin û biçin. Her êşa ku li Tirkiye pêk tê ji canê me diçe. Hûn bi sindoqê hatin û hûn dê bi sindoqê biçin. Gel dê sîleyekê li we bide ku hûn carek din paşve venegerin. Tu pirsgirêka HDP'ê ya bend8ê tune. Ne 80 wekîl dê bi 180 wekîlî biçe meclîsê. Ev partiya jinê ye. Li dijî tundiya li ser jinan jin dê pergalek nû ava bikin. Dê jiyanek nû ava bikin. Ev pergal dê bi jinê bê guhertin.
Sibê roja çûna ser sindoqan û parastina sindowan e. Em dê hemû biçin ser sindoqan. Dengê xwe bidin û piştre sindoqan biparezin. Em dê siberoja xwe bi xwe diyar bikin. Karê xwe em dê bi xwe bikin. Dezger û kargehên xwe, çandinî û çotên xwe em dê bi xwe bikin. Erdogna bêyî şerm bike li Stenbolê bang li Tansu Çiller kir. Bi Çiller dixwazin salên 90’î nûjen bikin. Em dibêjin ne OHAL demokrasî. Em dibêjin ne şer aştî, Em dê aştî, aramî û azadiyê bînin vî welatî."
Piştî axaftina Temellî Koma muzîkê û Serhat Çarneva derket ser dikê. Piştî muzikê gel bi dirûşmeyan belav bû. Dema girse belav bû polîsan bi ava şit û bombeyên gazê mudaxale kir. Di mudaxaleyê de alozî û bûyer deketin. Hat diyar kirin ku gelek kes hatin binçavkirin.