ÇEWLÎG – AKP’î yên ku li Çewlîgê xebatên hilbijartênê dimeşînin diçin mala malbatên girtî yên HDP’î jî. Di serdana van malan de ji malbatan dixwazin ku dengê xwe bidin AKP’ê. Di berdêla dengên wan de jî dibêjin: “Hûn dengê xwe bidin AKP'ê em dê girtiyên we serbest berdin."
AKP’î yên ku ji bo propagandaya kampanyeya AKP’ê, dema diçin gundê Sagnisa navçeya Kanîreşê ya li ser Çewlîgê , diçin serdana malbatên HDP’î yên ku girtiyên wan jî hene. Di serdanên van malbatan de ji malbatan re dêbêjin: “Hun deng bidin me em girtiyên we serbest berdin."
Karkerê bi navê Muhtesîm Altinê ku li Stenbolê dixebitî ji bo dengê xwe bikar bîne çû gundê xwe. Dema Altin çû gund rêveberên AKP’î jî çûn mala apê wî. Altin li ser vê serdanê wiha got: "Rêveberê AKP’î hatin mala apê min û daxwazên ‘qirêj’ jê kirin û xwestin; heke em wek malbat dengên xwe bidin wan û ew dê jî di berdêla vê de Yilmaz Altinê girtî serbest berdin”. Yilmaz Altin dema ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê xebat dikir tê binçavkirin û bi îdiaya ku ‘endamê rêxistinê ye’ jî 9 û 7 meh ceza lê tê birîn. Muhtesîm Altin destnîşan dike ku AKP’î yên diçin mala Apê wî ji Apê wî dixwazin di berdêla serbestberdana kurê wî de dengê xwe bidin AKP’ê. Altin aşkera dike ku bilî kurapê wî 15 gundiyên din jî bi hinceta xebatên hilbijartinê kirine hatine girtin. Altin diyar dike ku AKP’î çune mala van kesan jî û heman daxwaz ji wan jî kirine. Altin li ser vê mijarê helwesta jî xwe wiha vedibêje: “Teklîfa AKP’î yan bê exlaqiye, li cihê ku hiquq nebe meydan ji eşqiya re dimîne."
Altin di dawiya gotina xwe de jî aşkera kir ku gundên wan di hilbijartinên din de dengên xwe dane HDP’ê û dê di vê hilbijartinê de jî bidin HDP’ê.