STENBOL – Di çalakiya “Rûniştina F” de hat xwestin nexweşa Wernicke Korsakoffê Sureyya Bulut a nayê dermankirin bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê jî bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 326’emîn de çalakiya “Rûnitşina F” li dar xist. Çalakî wek her hefteyê li Qada Galatasarayê pêk hat.
‘BINPÊKIRINA MAFAN ZÊDETIR BÛ’
Di çalakiyê de bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiya bi navê Sureyya Bulut a bi nexweşîna Wernicke Korsakoffê dijî. Endamê ÎHD’ê Umît Tekay daxuyanî da û got ku di 2 salên dawî de bi Rewşa Awarte re zext, tecrîd, îşkence û binpêkirina mafan li girtîgehan zêde bûye û ew ê li pêşiya binpêkirina mafê mirovan bibin asteng û dê bibin dengê girtiyan.
‘JI BER ÎŞKENCEYÊ ÇAVÊ XWE WINDA KIRIYE’
Dîşlî destnîşan kir ku Sureyya Bulut ji a li Girtîgeha Bakirkoyê ji sala 1994’an ve bi birîndarî binçav kirine û got: “Sureyya Bulut li şûna bibin nexweşxaneyê birin emnyetê û 16 roj îşkence lê kirin. Dema ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê çavek xwe winda kiribû. Bulut girtiya muebet e û ji sala 2003’an ve bi nexweşîna Wernicke Korsakoff dijî. Ji ber şarapnel di bedenê de mane bi êşê dijî. Rapora Saziya Tiba Edlî nadin Bulut. Divê ku Bulut demildest bê berdan.
Piştî daxuyaniyê dirûşm berz kirin û çalakî bi dawî bû