NAVENDA NÛÇEYAN - Bavê Helîn Paladoken a ji aliyê Mustafa Yetgîn ve hat qetilkirin, Nîhat Palandoken, diyar kir ku wî di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîr Bînalî Yildirim de gotiye ku divê li dijî cînayetên jinan qanûn bên darxistin, lê ev gotinên wî hatin sensûrkirin.
Li navçeya Pendîka Stenbolê, Mustafa Yetgîn, zaroka 17 sali Helîn Paladoken bi tivingê qetil kir. Bavê Helîn, Nîhat Paladoken li ser hevdîtina xwe ya bi Serokwezîr Bînalî Yildirim re axivî. Bav Palandoken, diyar kir ku wî di hevdîtinê de xwest ku qanûna li dijî cînayetên jinan bê derxsitin, lê ev gotinên wî hatin sansûrkirin.
'ÇAPEMENIYÊ TENÊ GOTINÊN SEROKWEZIR DAN'
Têkildarî maltaba Palandoken di nûçeya Cumhuriyetê ya Seyhan Avşar de wiha hat gotin: “Malbata Plandoken di sala 1987’an de ji Çewlîkê koçî Edeneyê û di sala 2001’an jî koçî Stenbolê dikin. Bav Palandoken berî 5 salan hevjîna xwe Saadet Palandoken di qezaya trafîkê de winda dike. Di fabrîqeya çerim de, bi hesdesteke kêm kar dike û niha tekane xwaza wî edaleta raste bê dîtine. Bav Palandoken dibêje ku ‘Ên ku jinan qetil dikin û îstîsmarê zarokan dikin, divê cezayên wisan giran ji bo wan bê dayîn, da ku carek din cesaret nekin ku tiştek wiha bikin. Ger edalet neyê cih di mîna malbata Munevver Karabulut kolan bi kolan li edaletê bigerin.”
Palandoken, di axaftina xwe ya bi Serokwezar Bînalî Yildirim de gotî û hatî sensûr kirin wiha dibêje: “Li dijî cînayetên jinan qanûn derbixin. Ev ji bo we mijara saetekê ye. Her roj qanûnek derdikeve, çima têkildarî jinan naderkeve? Lê medyayê tenê gotinên Serokwezîr dan û gotinên min jî sensûr kirin. Cih nedan daxwazên min.”