AMED - Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), ewil li ser daxwaza Rêxistina HDP'ê ya Amedê biryar da ku posterên Namzetê Serokomariyê Tayyip Erdogan ji ser rêya derdorê bê rakirin. Li ser îtîraza AKP'ê biryar betal kir, li ser îtîrza HDP'ê dîsa biryar da ku posterên Erdogan bên daxistin.
Beriya referandûma 16'ê Nîsanê li ser kolana Sereke ya ji Amedê diçe Riha û gelek kolanên navendî yên navçeyên navendî yên Amedê posterên Namzetê Serokomariyê yê AKP'ê û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan hatibûn daliqandin. Gelek poster bi destê walîtiyê û gelek poster jî bi destê qeyûmê hatibûn daliqandin. Ji ber ku ev wêne bûn sedema bertekan Rêxistina HDP'ê ya Amedê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Rezan da û xwest wêneyên Erdogan yên li ser Rêya derdorê yên diçin Xarpêt, Riha bên karin. Wêneyên Erdogan beriya ku Erdogan di 3'ê Hezîranê de bê Amedê hatibûn nûkirin. Rêxistina HDP'ê bi sedema li gorî zagona hêjmar 298 a “Hikmên Bingehîn ên Hilbijartinê û Qanûna Mafê Kutukên Hilbijêr" tê îhlalkirin, ji Lijneya Hilbijartinê ya Rezan xwest ku rakirin. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Rezan jî biryar da ku posteran rakin.
Piştî YSK'ê biryar da ku posterên Erdogan bên rakirin Teşkîlata AKP'ê ya Amedê biryar îtîraz kir. Piştî AKP'ê biryar îtîraz kir, YSK biryar xera kir. YSK biryara ku berê dabû betal kir. YSK'ê parast ku bi armanca propaganda wêneyên Erdogan nehatine daliandin. YSK'ê parast ku Wêneyên Erdogan bi nûnertiya dewletê hatine daliqandin. Biryar teblîgî rêxistina HDP'ê ya Amedê nehat kirin. Rêxistina HDP'ê piştî îrîraza AKP’ê ku YSK'ê biryar betal kir, dîsa serî li YSK'ê da. Piştî HDP'ê dîsa serî li YSK'ê da, YSK'ê dîsa biryar da ku poster bên rakirin.