SÊRT – Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê du malbatên xwînî li hev anî.
Li ser hewldanên Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê malbatên Polat û Kayisi yê xisûmetî li hev anîn. HDP’ê merasîma aştiyê li salonek dawetê ya li Sêrtê pêk anî. Namzetên HDP’ê yên Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Sıddık Taş û Hayrettîn Şen, Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selîm Sadak, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek endamên malbatan tev li merasîmê bûn.
Selîm Sadak axivî û diyar kir ku bi aştiya kurdan re dê aştî were hemû Rojhilata Navîn û behsa girîngiya aştiyê kir.
Meral Daniş Beştaş jî got: “Me di encama kedek mezin de malbatên xwe li hev anî. Dilê me ne li cem şer e. Divê tu carî em li ba şer, dubendî û dozên xwînê bin.”
Merasîm bi dayîna xwarinê bi dawî bû.