ÇEWLIG – Endamê Kordînasyona Hilbijartinê ya HDP’a Çewligê Edîp Berk rewşa li Çewligê şîrove kir û got: “Dema mirov li Çewligê dinêre AKP li paş dikeve, MHP xelas dibe, CHP li ber xwe dide, Partiya ÎYÎ nû tê nasîn û HDP jî bi hêz dibe.”
Sibê hilbijartin pêk tê. Li Çewligê jî rêxistina HDP’ê hemû xebatên xwe bi temam kirin. HDP wê bi xebatkar û peywîrdarên xwe parastina sindoqan bike û wê hemû sindqo ji aliyê navenda şopandina hilbijartinê ve bê şopandin. Li aliyê din heyeta AGÎT û ji Danîmarkayê hatin wê li Çewligê hilbijartinê ji nêz ve bişopînin.
Endamê Kordînasyona Hilbijartinê ya HDP’a Çewligê Edîp Berk derbarê hilbijartina li Çewligê de da zanîn ku bi xebatek ji 500 kesan pêk tê li herêma Çewligê xebata hilbijartinê birêve birin û li dijî AKP’ê hêrsek bêdeng û kûr heye û dê ev xwe di sindoqan de bide nîşanda.
‘BILA BIBE HILBIJARTINEK DEMOKRATÎK’
Berk diyar kir ku ew dixwazin hilbijartinek demokratîk pêk were û dê 40 parêzer li dibistanan ewlehiya hilbijartinê bişopînin. Berk anî ziman ku ji bo ew 7 hezar hilbijêr bibin ser sindoqan wesayîtan amade kirine û ji sed kesî zêdetir hilbijirên li Çewligê şandine bajarên din. Berk got ku wan li dijî hemû manîpulasyonan û diziyê tedbîrên xwe girtin e û ew ê li dîjî provokasyonan neyên lîstikê.
‘HDP BI HÊZ DIBE’
Berk bal kişand ser rewşa partiyan a li Çewligê û got: “Dema mirov li Çewligê dinêre AKP li paş dikeve, MHP xelas dibe, CHP li ber xwe dide, Partiya ÎYÎ nû tê nasîn û HDP jî bi hêz dibe.”