AMED - Welatiyê Sûrê Îsmaîl Uzmez ê piştî qedexeya kolanan xaniyê wan ji aliyê hikûmetê ve hat xerakirin, niha dixwazin wan di xaniyên TOKÎ de bicih bikin wihagot: "Heta niha rayedarên dewletê nehatin li deriyê me nedan û pirsa me nekirin. Ha em ketin xaniyên TOKÎ û ha em ketin girtîgehê wek hev e. Li şûna biçim tokî ez di kon de bijîm baştir e. Ger ku xedexe ji ser taxên me bê rakirin ez dê biçim li şûna xaniyê xwe kon vedim û naçim xaniyên TOKÎ.
Di sala 2015'an de li Navçeya Sûrêya Amedê 103 roj qedexeya derketa kolanan hat îlankirin. Li taxên Cemal Yilmaz, Hasirli, Savaş û Fatihê qedexe piştî pevçûnan jî berewam kir. Piştî şer bi dawî bû, vê carê Lijneya Weziran der barê taxan de biryara Îstîmlakê girt û dest bi xerakirina xaniyan kir. Hemû malbat ji malên wan hatin derxistin û xanî yek bi yek hatin xerakirin. Xaniyên ku zerar dîtin û zerar nedîtin tev hatin xerakirin. Pixtî xanî hatin xerakirin avahiyên li dijî mîmariya Sûrê hatin lêkirin. Welatiyên li Sûrê dijîn neçar man biçin tax û navçeyên din di xaniyên kirê de bijîn.
Piştî xaniyên welatiyên Sûrê bi destê AKP'ê hatin xerakirin, AKP'ê îhale da mutahîdên xwe û li avahiyên TOKÎ li navçeya Peyasê li taxên Uçkuyular û Çolguzelî 5 hezar â 637 xanî ava kirin. Ji van xaniyan hezar û 390 xanî temam bûn. Li xaniyên TOKÎ ku înşaetên wan temam bûn welatî lê tên bicih kirin. Lê gelek welatî jî naxwazin lê bi cih bibin. Yek ji malbatên Sûrê ku li xaniyê kirê dijî û naxwaze li TOKÎ bi cih bibe Îsmaîl Uzmez e. Îsmaîl Uzmez ê 65 salî berê xaniyê wan li taxa Cemal Yilmaz a Sûrê bû. Piştî qedexeyê neçar ma ji xaniyê xwe koç bike û piştre xaniyê wan jî tevî xaniyên din hat xerakirin.
EZ DÊ LI KON BIJÎN LÊ NAÇIM TOKÎ
Îsmaîl Uzmez, dema li Sûrê bû di bûyeran de birîndar bû û rakirin Fakulteya TIP'ê ya Zanîngeha Dicleyê. 15 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin û niha li taxa Alipaşa ya Sûrê di xaniyê kirê de dijî. Uzmez, diyar kir ku Wezareta Bajarvanî û Derdorê bi zorê xaniyê wan xera kir û li şûna wê TOKÎ ava dikin û wiha got: "Li gel ku hemû agahiyên malbatan li cem wan heye heta niha rayedarên wezaretê nehatine halê wan nepirsiye û li deriyê wan nexistine. Kesî nehatine negotine 'Werin li TOKÎ bi cih bibin' Li TOKÎ'yan bi piranî kesên ku li dervê qadên qedexe lê hatine bicih kirin. Welatiyên Sûrê yên xaniyên wan hatin xerakirin jî wan di bin deynan de dihêlin û di van xaniyan de bi cih dikin. Wekî ku xaniyên TOKÎ belaş didin me mineta xwe dikin. Hem xaniyên me xera kirin û hem jî xaniyên TOKÎ difiroşin me. Me di bin deynê xaniyên TOKÎ de dihêlin. Em dixwazin xaniyên me yên xera kirin dîsa bidin me. Ez dê çi bikim ji xaniyên TOKî. Belaş jî bidin me ez naçim wir. Ez dê biçim li şûna xaniyê xwe yê hatiye xerakirin kon vedim. Lê naçim wir. Ha ez biçim li girtîgehê bimînim. Ha ez biçim li wan xaniyên TOKÎ bimînim heman tişt e. Ha TOKÎ ha girtîgeh yek e. Em dixwazin qedexe bên rakirin û em dîsa herin taxên xwe li cihê xwe bijîn."