AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê li dijî fikarên ewlekariya hilbijartinê 11 hezar û 500 kes peywirdar kirin û banga xwedî derketina vîna gel kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, xebatên li dijî fikarên ewlekriya hilbijartina 24’ê Hezîranê ku çend saet jêre man, bi dawî kirin. Li Amedê 3 hezar û 324 sindoq tên danîn û HDP’ê ji vê hejmarê, 4 hezar endamên lijneya sindoqan, 2 hezar muşahît û nêzî hezar û 500 maseyên îtîrazê, kes peywirdar kirin. Roja hilbijartinê masayên krîzê yên li avahiyên HDP’ê yên navçe û bajaran bên danîn jî, dê demildest mûdaxileyê pirsgirkên di dibistana de derbikevin bikin.
‘HETA KÊLIYA ENCAMÊN FERMÎ BÊN DIYAR KIRIN EMÊ ŞOPDARIYA XWE BERDEWAM BIKIN’
Ji Navenda Koordînasyona Karê Agahiyan a HDP’a Amedê Bêrıvan Sîncar, derbarê xebatên ewlekariya hilbijatinê de axivî û wiha got: “Me li hemû dibistanan muşahît û endamên lijneya hilbartinê peywirdar kirin. Ev peywirdar dê du saet berî hilbijartinê biçin dibistanan û li ser sindoqan rawestin. Heta kêliya endamên fermî yên hilbijartinê neyên diyar kirin, em ê şopdariya xwe bi awayekê bi bandor berdewam bikin.”
‘EM Ê DEMILDEST MÛDAXILEYÊ NELIRÊTIYÊN BÊN KIRIN, BIKIN’
Sîncar, diyar kir ku hemû muşahîdên hatin peywirdar kirin, di dema hilbirtinê de, dê li dijî hemû nelirêtiyan tedbîran bigirin û wiha got: “Roja hilbijartinê dê hevalên me yên hiqûqnas amede bin. Cardin maseyên krîzê yên em ê li rêxistinên navçe û bajaran danîn, dê mûdaxileyê hemû pirsgirêkan bikin. A girîng piştî bikar anîna dengane. Muşahîd divê heya kêliya dawî jî çavderiyên xwe berdewam bikin.”
‘DIVÊ GELÊ ME LI BER AVAHIYÊN NAVÇE Û BAJARAN KOM BIBIN’
Sincar, da zanîn ku kesên rayedarên îtîrazkar, piştî girtikên xwe teslîm girtin, divê wan girtekan bi saxlem bigihînin Pergala Şopandina Hilbijartinê ya Navenda HDP’ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêguman ewlekariya sindoqan van sînordar namîne. Heya endamên fermî yên hilbijartinê diyar bibin, divê gelê me li ber avahiyên rêxistinên navçe û bajaran kom bibin. Hemû hilbijêrên dengê xwe bidin, ew mafê wan hene ku çavderiya sindoqan bikin. Gelê me, divê xwedî deng, vîn û keda xwe derbikeve. Divê ji derdorên dibistanan neçin û ji nêz de sindoqên xwe bi şopînin.”