ÎDIR- Li Îdirê wê 12 hezar hilbijêr bi 500 wesayîtan bibin ser sindoqan.
Yek ji bajarê herî hilbijêrên tevger lê zêde ne Îdir e. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê nêzî 12 hezaran hilbijêran veguhezîne ser sindoqan. HDP heta niha xwe gihandiye 11 hezar hilbijêr û wê ji bo van hilbijêran veguhezîne 500 wesayît kirê kir.
12 HEZAR HILBIJÊR DIBIN SER SINDOQAN
Endamê Komîsyona Hilbijêrên Tevger Halîs Guney anî ziman ku ew ê ji bajarê mîna Qers, Erdexan, Erzirom, Agirî, Bayburt, Artvîn, Stenbol, Îzmîr, Aydin, Zonguldak û Êlihê hilbijêran bibin ser sindoqan û heta niha xwe gihandine nêzî 12 hezar hilbijêrên derveyî bajêr.
‘ÎDIR AMADE YE’
Endamê Meclîsa HDP’ê Huseyîn Yilmaz jî destnîşan kir ku wan xebatên xwe temam kiriye û ji bo hilbijartinê amade ne. Yilmaz bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin û xwedî li sindoqan derkevin.