EZRIROM - Sibê hilbijartine. Çend saet beriya hilbijartinê li Erziromê, kesên nasnameya wan nediyar bi nûmaraya nepen a telefonê gef li peywirdarê sindoqê yê HDP'î xwarin. Namzetê HDP'ê yê Erziromê Mehmet Kasim Firat, bang li gel kir û got: "Bila gelê me nekeve nava fikaran. Em dê piştî 24'ê Hezîranê hesab bipirsin.
Li Erziromê zextên li ser endam û rêveberên Partiya Demokratik a Gelan (HDP) zêde ne. Çend saet beriya hilbijartinê gef li peywirdarê sindoqê yê HDP'î xwarin. Li navçeyên Tekman û Horasanê yên Erziromê bi telefonên veşarî gef li endam û peywirdarên sindoqan ên HDP'î hatin xwarin. Têkildarî mijarê Namzetê HDP'ê yê Erziromê Mehmet Kasim Firat û Hevserokê HDP'ê yê Erziromê Enver Duman bang kirin ku neyên lîstikan û hestiyar tev bigerin.
'GEFAN LI PEYWIRDARÊN ME YÊN SINDOQAN DIXWIN'
Namzetê HDP'ê yê Erziromê Mehmet Kasim Firat, diyar kir ku çend saet ji hilbijartinê re mane, bi telefonên veşarî zextan li ser endam û peywirdarên sindoqan yên HDP'î dikin û wiha got: "Endamê Lijneya Sindoqan ê Tekmanê yê partiya me ji aliyê kesên bi nûmareyek veşari geriyan ve rastî gefan hat. Kesên bi nûmara veşarî geriyan gotin 'Ger ku tu her ser kar dê felaset bê serê te'. Dîsa li navçeya Horasanê Şaredar, Qeymeqam û rayedarên dewletê çûn taxa ku me zêde lê degn stendiye û gef xwarin. Çûn taxê û gotin 'Deng nedin HDP'ê' Welatiyên taxê bi xwe ev yek ji me re gotin.
NEFEVIN NAVA FIKARAN
Firat bang li gel kir û xwest nekevin nava fikaran wiha got: "Em vê rewşê qebûl nakin. Gel li vir li ser piyan e. Ji ber ku hikûmet dizane winda dike har bûne. Em dixwazin hilbijartinê di nava aramî, aştî û xweşiyê de pêk bînin. Her dem me hewl da mutevazî û hestiyar tev bigerin. Lê yên dijberî me her dem sor dikin û tev li heviyê dikin. Divê hemû gelê me zanibe em bi hevre li sindoqan xwedî derkevin. Neyên lîstikan û bila ev gef ne nexe nava fikar û tirsê. Em dê biçin ser sindoqan û sindoqan biparêzin. Em dê di 25'ê Hezîranê de hesabê vê yekê bipirsin. Em li ser piyan in û em dê bi ser bikevin. Gelê me ji gefên tu kesî natirsin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li partiya xwe xwedî derkevin û li dora sindoqan bibin xelek.
'ME HEMÛ TEDBÎRÊN HILBIJARTINÊ GIRTINE'
Hevserokê HDP'ê yê Erziromê Enver Duman jî diyar kir ku ew ji van gefan hatirsin û serê xwe natewînin û wiha got: "Me hemû tedbîrên ewlehiya sindoqan girtiye. Tirsa me ji tu kesî tune ye. Teqez em dê di hilbijartinê de bi ser bikevin. Me bi parêzerên xwe masayên krîzê ava kiriye. Em dê bi hevre sindoqan biparêzin û em dê bi hevre bi ser bikin.