STENBOL - Serdozgerê Komarê yê Stenbolê, der barê 14 jinên ku endama MYK'ê ya HDP'ê Asiye Kolçak jî di navde, doz vekir. Dozger, hemû çalakiyên têkildarî jinan tev sûc pênase kir.
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di 5'ê Gulanê de li dijî siyasetmedarên jin ên HDP'î ku endama MYK'ê ya HDP'ê Asiye Kolçak jî di navde 14 in hatibûn binçavkirin. Ji 14 jinên hatibûn binçavkirin jê Ayşe Yildiz, Aynur Daşdogen, Canşah Çelîk û Rihan Akgul bi îdîaya “Rêveber û Endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Adnan Ok, der barê 14 jinan de îdîanameya ji 580 rûpelan pêk dihat amade kir. Der barê 13 jinan de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" der barê jinekê de jî bi îdîaya “rêveberiya rêxistinê" de doz hat vekirin. Dozger bi temamî li ser fezlekeyên polîsan îdîeaname amade kir. Dozger îdîa kir ku Tevgera Jina Azad û Demokratik (DOKH), Kongreya Jinên Azad (KJA) û Tevgera Jinên Azad (TJA) wekî di çarçoveya KCK'ê de pênase kir.
Dozger çalakiyên DOHK û KJA yên ji bo piştgiriya Kobanê, çalakiyên li dijî DAIŞ'ê bertekên li dijî Komkujiyên Pirsûs û Enqereyê, çalakiyên der barê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hemberî Jinê wekî sûc pênase kir.
Dozger nîşeyên hevdîtinê yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên 2013'an jî li îdîanameyê zêde kir. Dozger daxuyaniyên Ocalan ên der barê DOKH'ê de jî li îdîanameyê zêde kir.
Dozger dîsa guhdarkirinên telefon û holê yên sala 2012'an jî dîsa wekî delîlên sûc nîşan dan. Ketin û derketina Hevseroka Partiya Demokrasî û Aştiyê (DBP) ya Stenbolê Asiye Kolçak ya avahiya Rêxistina DBP'ê ya Stenbolê sûc nîşan dan. Dozger disa tevlêbûna civînên KA.DER'ê jî wekî sûc pênase kir. Pişti dozger îdîaname amade kir, 35'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê îdîaname qebûl kir.
MA / Yasîn Kobulan