‘Divê sînorê nav Başûr û Rojava bê rakirin’

img

AMED – Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek bertek nîşanî êrîşên Iraq û Heşdî Şabî yên li hemberî Kerkûkê da û diyar kir ku divê gelê kurd li hemberî van êrîşan tewrekî hevpar nîşan bide û wiha got: “Heke êrîş berdewam bikin, divê Başûr û Rojava bi vîneke hevpar sînorên di navbera xwe de rabikin.” 

Partiyên kurdan li hemberî êrîşên artêşa navendî ya Iraqê û hêzên Heşdî Şabî yên li dijî Kerkûkê bertek nîşan dan û balê kişandin ser yekîtiya netewî ya kurd. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sînan Çîftyurek, diyar kir ku gelê Kerkûkê di referandûma 25’ê Îlonê de tewrê xwe nîşan daye. Çîftyurek derpêş kir ku êrîşên li hemberî Kerkûkê li ser biryara Iraq û Heşdî Şabiyê nehatiye dayîn û li pişt êrîşan Tirkiye û Îran hene. Çîftyurek ev tişt gotin: “Tirkiye û Îran dixwazin di navbera ereb û kurdan de şereke mezin biqewime. Di vî şerî de dixwazin gelê Kurdistanê dev ji biryara xwe ya referandûmê berde. Bi çewisandin û gefan nikaribûn referandûmê betal bikin, lê bi êrîşên nîjadperest dixwazin betal bikin. Divê gelê Kerkûkê li pişt biryara xwe ya 25’ê Îlonê be.” 
 
LI DIJÎ ÊRÎŞAN TEVGERÎNEKE HEVPAR DIVÊ
 
Çîftyurek dest nîşan kir ku divê gelê Kerkûkê tevî gelê Kurdistana Federe li dijî êrîşan li ber xwe bide û wiha got: “Kurdistan tê dagirkirin, li hemberî vê yekîtî bivê nevê ye. Divê kurdên hemû perçeyan bên gel hev û li hemberî êrîşan tewrekî hevpar nîşan bidin. Heke êrîşên Heşdî Şabî ku versiyona nû ya DAIŞ’ê ye bidomin, divê Başûr û Rojava bi vîneke hevpar sînorên di navbera xwe de rabikin. Bêyî şert û merc divê em hemû li dijî êrîşan mil bidin milê hevdu û bitêkoşin.” 
 
BOZYEL: KERKÛK BAJARÊ KURDISTANÊ YE 
 
Cîgirê Serokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî, anî ziman ku ev êrîş ne êrîşeke suprîz e û piştî referandûmê ew li benda êrîşeke wisa bûn. Bozyel got ku ev êrîş li dijî îradeya gelê kurd ku di referandûmê nîşan da pêk hatiye. Bozyel, dest nîşan kir ku dê ev êrîş negihê armanca xwe û mudaxilekirina Tirkiyeyê ne rast e û wiha got: “Gelê kurd ji bo Kerkûkê bedêlên giran da. Bi hatina DAIŞ’ê re bi têkoşîneke li her çar perçeyên Kurdistanê hat paqijkirin. Ev êrîş êrîşeke derehlaqî ye. Kerkûk di nav erdnîgariya kurdan de cih digire. Kerkûk bajarê Kurdistanê ye.” 
 
‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN YEKÎTÎ DIVÊ’ 
 
Bozyel, dest nîşan kir ku wê gelê kurd li dijî êrîşan yekîtiyê çê bike û bi girtina riya diyalogê ya ji aliyê Bexdayê ve, dê gelê kurd li benda pêvajoya muzakereyê nesekine û serxwebûna xwe îlan bike. Bozyel, anî ziman ku di van êrîşan de tiliya Tirkiyeyê heye û wiha got: “Şansekî ku Tirkiye rasterast mudaxile bike tune ye, lê belê tevî Bexda û Heşdî Şabiyê dixwaze Kurdistanê bê îtibar bike. Rasterast têkiliya Heşdî Şabiyê bi Îranê re heye. Bexda derî vîna xwe ye û bûye perçeyeke siya Îranê.” Bozyel, diyar kir ku divê gelê kurd li dijî birçîbûnê, ambargoyê amade bin û divê li her çar perçeyan bibin yek. 
 
Her wiha Bozyel, diyar kir ku welatên cînar ji dîrokê tu ders negirtine û wiha got: “Seddam û şahê Îranê bûn qurbanê polîtîkayên xwe yên li hemberî kurdan û ji xwe her kes bi aqûbeta Kenan Evren dizane. Taliya talî dê gelê kurd bigihêje armanca xwe.” Bozyel anî ziman ku li hemberî êrîşan ew vekişîna pêşmergeyan rast nabînin û wiha got: “Divê di pêvajoyên wisa dîrokî de gelê kurd bi hevdu re tev bigerin.” 
 
 

Sernavên din

17/10/2017
16:54 Ocalan ji bo Kerkuk bi dehan caran hişyarî kiribû
16:48 Polîsê 2 birayên hev eçiqand: Midur û rayedar berpirsyar in
16:41 Faksên “Bêjin na” ji parlamenterên jin re şandin
16:35 Li hezana Şirnexê 6 karker jiyana xwe ji dest dan
16:34 Şivanê çû îfadeyê bide hat girtin
16:05 Li kana komirê ya Şirnexê hezan pêk hat
15:40 Meclisê ji têgeha 'îşkenceyê' re got 'çors' û lêkolîna der barê de red kir
15:32 Reqqa piştî 133 rojan rizgar bû
15:10 Ji HDK, HDK, DBP û KCD'ê ji bo Ocalan bang
14:54 Îdîanameya parêzvanê mafên mirovan hat qebûl kirin
14:20 Doza Encu yê HDP’î hat dîtin
14:19 Baydemîr: Ji bo suce xwe veşeri OHAL'e direj diki
14:17 Dîroknas Bayrak: Kerkûk tenê bi modela Rojava dikare bi reve biçe
14:15 Bi gaza îsotê mudaxile kirin û 4 kers binçava kirin
13:58 Li Mûglayê îdîaya ‘kesê reviya hat girtin’
13:41 5 kes hatin binçavkirin
13:32 Dayikên Aştiyê: Ji bo leşker û gerilla neyê kuştin axivîm
12:56 Polîsan li ber meclîsê êrîşî jinan kirin û gelek jin binçav kirin
12:44 Lêgerîna tazî dispêrin jinên li Girtîgeha Bakirkoyê
12:27 TTB: Li ser tendirustiya jinê gef heye
12:12 Heskîf 24 saetan bê navber tê rûxandin
12:11 Hevdîtina şanogerên herêmî bi encam bû
11:58 Rêyên 17 gundên Erdexanê hatin girtin
11:41 Ji melayê îstîsmarkar 32 sal ceza dixwazin
11:40 ‘Bi rêya solê fermanê ji rêxistinê digire’
11:39 Malbatên Somayê: Em ê bidin nîşan ku em li ser dozê serwerin
11:15 Pêşmerge ji Germiyanê jî reviyan
10:15 Bavê Hêlîn: Gotinên min ên têkildarî kuştinên jinan sansûr kirin
10:14 Derdê debarê ji derde talûkeya mirinê bêtir girantir e
10:08 QSD'ê Nexweşxane û Çerxerê ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin
09:42 ‘Divê sînorê nav Başûr û Rojava bê rakirin’
09:41 PDK cara duyemîn ji Şengalê reviyan
09:36 Çima dixwazin xabûrê dewrî leşkerê Iraqê bikin?
09:35 123 rojin di hucreyê de
09:35 Şêx Cengî: Divê Barzanî îstîfa bike
09:34 Karkerên pêlavan heta mafê xwe bistînin dê têbikoşin
09:32 Fîlmê ‘Hêrs û bêçarebûnê’: 7 roj û 7 şev
09:31 Bernameya bihêzkirina rêxistinbûyîna jinê dest pê dike
09:29 Hem li kujer û hem li hestiyên xizmê xwe digere
09:25 ‘Ne bi tûtinê, bi ser tiryakê de biçin’
09:24 Rojnameger Omer Çelik: Mudaxiliya Wezîr a dozê peyameke aşkere ye
09:21 Ji bo kurdî bibe zimanê jiyanê tev digerin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2017'AN
16/10/2017
19:19 QSD'ê taxên Bedû û Sexanî ji DAIŞ'ê paqij kir
18:47 MGK'ê xwest Wezîran OHAL 3 mehên din dirêj kir
18:45 2 leşkerên TSK'ê li Zapê hatin kuştin
17:49 Bi hezaran azadiya Ocalan xwestin
17:26 Ji bo yekê veke, hemûyên din girt!
16:27 Xwestin OHAL 3 meh din dirêj bibe
16:26 ‘Kerkûk neket, hat radestkirin’
15:29 Xizmên girtiyan ji tendirustiya wan bi fikarin
15:00 Rewşa Kerkûkê: Pêşmerge vekişiya HPG û YJA-Star li ber xwe dide
15:00 ‘Divê kurd ji bo Kerkûkê bibin yek’
14:46 ‘Wê kabûsa we bibe hêviya gelan’
14:44 ÎHD: Pêkanînên li Tirkiye girêdayî tecrîda li ser Ocalan e
14:16 4 kes bi erdê re kaş kirin û binçav kirin
14:13 ‘Bi pêşnûmeyê dixwazin vîna jinê tune bikin’
14:10 Li Îzmîrê 7 kes hatin girtin
14:10 Ji bo rojnamegeran kampanya: #24EkimSosyalMedyaDavası
14:09 Nivîskarê kurd Yanliç tehliye bû
13:30 Ajokarên otobusan şaredarî şermezar kir
12:57 Komkujî şermezar kirin 24 sal û 5 meh ceza girtin
12:56 Malbat û parêzer: Divê demildest em bi Ocalan re hevdîtin bikin
12:48 Nifûsa ciwanên bêkar mezin dibe
12:46 4 gundên Şemzînanê hatin qedexekirin
12:17 Itiraza parêzeran hat redkirin
12:17 Berdevkê YNK'ê Pîre: Hêj ji bo diyalogê ne dereng e
12:06 'Portreyên Aştiyê' bûn pirtûk
11:42 Ji Katalonyayê bersiv: Em biaxivin
11:33 Rewşa girtiyên nexweş ên Marmarayê giran e
11:24 Li qada TOKÎ'yên Şirnexê cenazeyek hat dîtin
11:23 Denîz Baykal rakirin nexweşxanê
11:21 Yîgît: Lahey li benda rêveberên AKP'ê ye
11:14 Gel li çeperan e: Roj roja parastina Kerkûkê ye
10:15 Kosret Resûl: Em ê parastinê bikin
09:51 Gelê Kerkûkê bi HPG û YJA Starê re ye
09:41 Sivîlên hatin rizgarkirin: Êdî em dê bê tirs rakev in
09:39 Pîr ê HDP’î: Hikûmet di polîtîkayên derve de kor e
09:39 Kujerên Gezî 5 salin nayên darizandin
09:38 'Bi trambusan jinan dixin nava fanosê'
09:36 Demîrsoy: Guhertinên di perwerdehiyê de derî ji tiştê nû re digire
09:16 Planên hikûmetê yên nû ji bo Sûrê çine?
09:15 Dadgeha li doza kuştina Şahin Oner binere tune
09:14 Zarokên Sûriyeyî rojê 13 saetan karê pêlavan dikin
09:14 Bi pereyê şaredariyan dibistanan restore dike
09:13 'Piştî girtiyên jin, niha jî girtiyên mêr tên îşkencekirin'
09:12 Hem hevseroke hem jî terziye
09:12 Yildirim: Ew ne qeyûm in xortomcî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2017'AN
08:39 Iraqê li dijî Kerkukê dest bi operasyonê kir
15/10/2017
19:01 Turk: Heta kurd azad nebin tirk qet azad nabin
18:17 Demîrtaş: Dema HDP hat 10 saliya xwe hûn bibînin
Yuksekdag: Dê hêza me mezintir bibe
18:07 Hêjmara kuştiyên li Somalî 189 kes derbas kirin
18:04 HDP'a Muglayê Kongreya xwe li dar xist
17:44 HDP'ê 5'emîn salvegera xwe piroz kir: Hêviyên me mezintir in
17:24 Sarihana CHP'î ji Soylu pirsî: Agahiya we ji KGT'ê heye?
15:52 Muxalif: Keştiya AKP'ê noqî avê dibe
15:12 KCD ji bo Ocalan bang lezgîn li CPT’ê kir
14:26 Li Kolana Yukselê êrîş: 4 kes hatin binçavkirin
14:23 Bi OHAL’a 2016'an re 889 nasnameyên zer ên rojnamegeran betal bûn