NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên HDP'ê yên Îzmîr, Aydin û Manîsayê xebatên xwe yên ji bo ewlehiya hilbijartinê qedandin. Dê li hersê bajaran bi giştî 16 hezar û 580 kes ji bo ewlehiya sindoqan peywirdar bin. Her wiha dê li van bajaran maseyên krîzê jî amade bin.
Dê li Îzmîr, Manîsa û Aydinê HDP bi 16 hezar û 580 kesî ji bo ewlehiya sindoqan tev bigere.
ÎZMÎR
Dê li Îzmîrê li herdu herêmên hilbijartinê 9 hezar û 334 sindoq bên danîn û dê 3 milyon û 207 hezar hilbijêr li van sindoqan deng bi kar bînin. Dê HDP li herêmên sindoqan hemûyan bi 7 hezar û 380 peywirdar, 2 hezar muşahid, 850 berpirsiyarên dibistanê û 140 gerokî ji bo ewlehiya sindoqan tev bigereç Berpirsiyara Koordînasyona Hilbijartinê ya Ege û Akdenîzê Xecê Şen, diyar kir ku piraniya peywirdarên sindoqan jin û ciwan in û wan ji bo ewlehiya ji sedî 95'ê sindoqên Îzmîrê tevdîr girtine. Her wiha Şen got, ew ê ji bo sindoqên mayî jî roja hilbijartinê peywirdaran temam bikin. Şen, bilêv kir ku dê maseyên krîzê kêlî bi kêlî geşedanan bişopînin û got: "Em ê tevî koma xwe ya teknîkê û mobîlî 24 saetan amade bin. Em bang li gel dikin ku bila herkes dengê xwe bi kar bîne û piştî dengdanê neçin. Bila li ber dibistanan xwedî li dengên xwe derkevin. Bila ew ji bo sindoqan provakasyonan bikin, lê em ê berbayî provakasyonan nebin. Çi dibe bila bibe lê dê dawî bêhempa be."
AYDIN
Dê li Aydin 2 hezar û 557 sindoq bên danîn û dê 815 hezar û 974 kes li van sindoqan deng bi kar bînin. HDP'ê ji bo van sindoqan hezar endamên desteya hilbijartinê, 500 muşahid û 300 kesên ku erka wan a îtirazkirinê heye peywirdar kirine. Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'a Aydinê Raîf Kanat, diyar kir ku wan tu sindoq vala nehiştiye, lê ji bo rewşên awarte ew peywirdarên sindoqan û muşahidên yêdek jî li ser sindoqan bidin bicihkirin. Kanat diyar kir ku wan di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de li Aydinê 61 hezar û 700 deng girtibûn û 5 hezar dengî wekîlek ji dest wan çûbû û got: "Wisa texmîn dikim ku em ê vê carê dengan du qatî zêdetir bikin."
MANÎSA
Dê li Manîsayê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê milyon û 44 hezar û 628 kes li 3 hezar û 455 sindoqê deng bi kar bîne. HDP ji bo van sindoqan 3 hezar û 120 peywirdarên sindoqan, hezar û 280 muşahid peywirdar kirine û her wiha komeke gerok a ji 10 kesan jî dê li navendê û navçeyan bigere. Her wiha HDP'ê maseya xwe ya krîzê jî amade kiriye. Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'a Manîsayê Mahfûz Guleryuz, diyar kir ku hema bêje li bajêr wan li ser tevahiya sindoqan kes peywirdar kirine û ew ê nehilên dengek jî bê dizîn.