NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên PDK'ê, piştî Kerkûkê bajarên Şengal û Mexmûrê jî radestî hêzên Heşdî Şebî kirin. Hat diyar kirin ku PDK'ê bi Bexdayê re li hev kiriye ku xwe vekişîne sînorên sala 2003'an.
Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî, piştî êrîşa 16'ê Cotmehê li ser Kerkûkê, îro berê xwe da herêma ji Mexmûr, Bakirme heta bi Şengalê. Çavkaniyên herêmî gotin, hikumeta Iraqê duh bi şev saet di 00:00 de ji pêşmergeyên PDK'ê yên li Dubiz, Mexmûr û Şengalê xwestine, ku herêmên piştî şerê DAIŞ'ê bi dest xistine, vala bikin. Li gorî agahiyan, pêşmergeyên PDK'ê, bajarokê Mexmûrê, Bakirme, Guwer û Şengalê duh bi şev vala kirine û xwe vekişandine sînorên beriya sala 2014'an.
Tê gotin, li bajarokê Mexmûrê tenê hêza polîsan maye û piraniya şêniyên Mexmûrê malên xwe terikandine û çûne Hewlêrê.
KAMPA PENABERAN A MEXMÛRÊ
Hat ragihandin, şêniyên kampa penaberan a Mexmûrê li cihê xwe ne û bi ti cihî ve neçûne.
DÎSA JI ŞENGALÊ REVIYAN
Pêşmergeyên PDK'ê, di serî de navenda bajarê Şengalê û nehiya Sinûnê, hemû herêmên li Şengalê di kontrola xwe de bûn terikandin û yek bi yek radestî hêzên Heşdî Şebî kirin. Li Şengalê, gerîlayên HPG'ê û hêzên YBŞ'ê xeta parastinê ava kirine û çeperên xwe diparêzin. PDK-YNK'ê xwe ji Kerkûk û Mexmûrê vekişandin nava sînorê beriya sala 2014'an. Li Şengalê jî xwe vekişandin sînorê sala 2003'an.