STENBOL - Namzetên HDP'ê yên Stenbolê diyar kir ku partiya wan ji bo ewlehiya sindoqan tevdîr girtiye, lê divê hilbijêr jî xwedî li sindoqên xwe derkevin û qadê neterikînin.
Rojek ji hilbijartinê re me, lê belê HDP'ê dîsa jî bênavber xebatên xwe bi rê ve dibe. Namzetên HDP'ê yên Stenbolê cara dawî ji bo dengdayînê, xwedîderketina li sindoqan bang li hilbijêrên xwe kirin.
Namzet Mûsa Pîroglû, diyar kir ku divê herkes zanibe ku dê eger AKP neçe dê di 25'ê Hezîranê de çi bibe û loma divê herkes biçe ser sindoqan. Pîroglû got: "Di hilbijartinê de HDP partiya ku encamê diyar bike. Ji bo neda ji sedî 10 bê derbaskirin divê herkes destekê bide û dengê xwe bi kar bîne. Ya dudoyan, divê erkes xwedî li sindoqan derkeve û piştî dengdayînê qadê neterikîne û dengê xwe biparêze. Herî dawî jî dibêjim ku divê hilbijêr xwedî li dengê xwe û çarenûsa xwe derkevin û şeva 24'ê Hezîranê divê li hemberî hîle û xurdeyan hişyar bin."
'DIVÊ SINDOQ NEYÊN TERKIRIN'
Namzet Mûstafa Avci jî diyar kir ku welat di pêvajoyeke zehmet re derbas dibe, ji ber vê dibe ku hilbijartin bibe hêviya rizgarkirinê û loma divê HDP bê destekkirin. Avci got: "Tenê ne gelê kurd an jî hilbijêrên HDP'ê, divê hemû derdorên bindest ên civakê hay ji pozîsyona HDP'ê ya di warê pêşeroja welat de hebûn û bi vê bîbirbiyê tev bigerin. Di serî de hilbijêrên me û hemû derdorên civakî yên HDP ji bo wan cihê hêviyê ye, roja hilbijartinê bêyî ku hincetekê bidin der divê biçin ser sindoqan. Piştî dengdayînê divê qada sindoqan neyê terkkirin."
'BILA HILBIJÊRÊN LIVDAR SERÎ LI PARTIYA ME BIDIN'
Namzet Zuleyha Gulum jî, diyar kir ku ji bo pêşerojê ev hilbijartin gelekî krîtîk e û dê ev hilbijartin diyar bike ku ka cihok ber bi welateke demokratîk ve diçe yan na. Gulum bang li hemû hilbijêran kir ku dengên xwe bi kar bînin û nebêjin qîmeta dengekî tune ye. Her wiha Gulum destnîşan kir ku divê hilbijêrên livdar jî serî li rêxistinên partiya wan ên navçe û bajaran bidin û divê biçin cihê ku dengê xwe lê didin. gulum, diyar kir ku di vî warî de dê partiya wan her cure destekê bide hilbijêrên livdar.
'EM Ê ÎKTÎDARÊ BIGUHERÎNIN'
Namzet Alî Kenanoglû jî, bang li hilbijêran kir ku teqez divê roja hilbijartinê dengê xwe bidin û piştî dengdanê jî sindoqan biparêzin. Namzet Dilşat Canbaz Kaya jî got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku kesên naxwazin êdî bi zilma, derew û talanên Erdogan-AKP'ê û hêzên paşverû şiyar bibin, divê dengê xwe bi kar bînin û heta kêliya dawî jî xwedî li sindoqan derkevin."