Besê Hozat: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê

  • rojane
  • 11:11 13 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat têkildarî 12’emîn Kongreya PKK’ê axivî û got ew ê pêşengtiya pêvajoya dîrokî bikin. 

Nîqaş û nirxandinên têkildarî biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin, didomin. PKK’ê biryara xwefesixkirinê da. ANF’ê, axaftina Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat a di kongreyê de weşand. 
 
Besê Hozat, got kongre ne “dawî ye” û ev tişt anî ziman: “Weke ku Rêbertî jî got, ev yek bi rastî jî bidawîbûnek nîne, destpêkeke nû ye. Pêvajoyeke guhertin, veguhertin û jinûve avabûnê ye. Dema ku mirov bi kûrahî li dîrokê dinihêrin, li dîroka xwe ya têkoşînê û dema hewl dide perspektîfên Rêbertî yên li ser vê pêvajoyê bi kûrahî fêhm bike, mirov bi hêsanî dikarin vê encamê werbigirin. Lewma em dikarin xwe ji wê atmosfera hestewarî rizgar bikin. Ji aliyê xwe ve min ev yek jiya, dixwazim vê yekê bibêjim. Bêguman perspektîfên Rêbertî gelekî balkêş in, Rêbertî rapora polîtîk pêşkêşî her kongreyê kir. Di gelek kongreyên em tevlibûn de ew raporên polîtîk hatin xwendin, li ser wê perspektîfê nîqaşên kongreyê hatin kirin û bi encam bûn. Di encama têkoşîneke bêhempa de ku tecrîd hate şikandin, bi tevlibûna Rêbertî re em kongreyeke bi vî rengî pêk tînin. Me rapora polîtîk a Rêbertî weke şensekî mezin xwend. Bêguman afirandina vî zemînî di encama têkoşîneke mezin de pêk hat. Yanî destpêkirina vê kongreyê li ser rapora polîtîk a Rêbertî, encama têkoşîneke gelekî mezin bû. Û navenda vê têkoşînê teqez Îmrali bû.”
 
‘RÊBERTIYÊ TEVGER GUHERAND Û MEZIN KIR’
 
Besê Hozat, wiha domand: “Li Îmraliyê 26 sal in têkoşîneke bêhempa heye. Weke tevger jî ji sala 1999'an û pê ve, bêguman beriya wê jî heye, lê dixwazim bi taybetî piştî komployê binirxînim, weke tevger em li dora xeta Rêbertî têkoşînekê bimeşînin. Em li ber xwe didin, berxwedêrî û baweriya xwe ji wir werdigirin. Eger parêznameyên ji 5 pirtûkan ên Rêbertî nebûna, ji kongreya 7'an û pê ve bi rê û rêbazekê eger tev li pêvajoyê nebûya, tevlibûn û destwerdana wî nebûya bi rastî jî 26 salan me yê karîbûya têkoşîneke ewqasî mezin bimeşanda, karîbûna li ser piyan biman, bi têkoşîneke bi heybet karîbûna xwe bigihanda vê serdemê? Dema ku li bersiva vê pirsê digerim, bi dîtina min bêyî Rêbertî temenê me ewqasî dirêj nebûya. Rêbertî bi tevgerê re pêngav da avêtin. Rêbertî her ku xwe afirand, xwe jinûve ava kir vejîn bi tevgerê da kirin, tevger nû kir, ji nû ve ava kir, guhert. Kir ku biguhere, mezin kir, xurt kir.”
 
‘EM Ê BIBIN PÊŞENGÊN PÊVAJOYA NÛ’ 
 
Di berdewamê de Besê Hozat anî ziman ku ew dîrokekek nû dinivîsin û axaftina xwe wiha qedand: “Dîrok wê li ser lingê xwe bê rûniştandin. Em ê bibin pêşengên vê. Dîroka azadiyê ya gelan wê bê nivîsandin. Rêbertî hemû rastiyan radixe pêş çavan û dîroka azadiyê ya gelan hemûyan bi hemû rastiyê li ser lingên wê dide rûniştandin. PKK bêguman rola xwe lîst. PKK'ê mohra xwe li dîrokê xist. Nirxên gelekî mezin afirand, wate afirand. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ne tenê ji bo jinan ji bo tevahiya mirovahiyê û gelan nirxên gelekî mezin, wateyên gelekî mezin afirand û ev yek bû malê dîrokê. Lewma mîrateyeke gelekî mezin li pey xwe hişt. Em ê pêvajoya nû jî li ser vê mîrateya mezin ava bikin. Bi hêza jê wergirtî, bi baweriya jê wergirtî, bi wê bawerî û biryardariyê em ê vê pêvajoyê bi pêş ve bibin. Em ê bibin milîtan û pêşengên vê pêvajoya nû. Ev yek rûmeteke mezin e. Kelecaneke mezin dide mirovan.”
 

Sernavên din

18/05/2025
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
15:47 Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
15:46 Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
15:35 Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir
14:48 Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
14:10 Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
13:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
13:22 Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
13:16 Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin
13:06 Kongreya NADA’yê: Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk
12:43 Bîranîna Kaytan û Altûn: Kevneşopiyeke mezin ava kirin
12:29 Ji çiyayên Wanê ber bir bazaran ve
12:16 Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin
11:48 Mûstafa Mesût Tekîk bi bîr anîn: Jiyana xwe fedayî gelê xwe kir
11:09 1’emîn Kongreya NADA’yê dest pê kir
10:58 Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin
10:46 Girtiya nexweş Fatma Ozbay hate berdan
10:34 Kaytan û Altûn dê li Dêrsimê bi girseyî bên bibîranîn
10:23 Mehek e Kampa Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
10:15 Kolanên Wanê: Dora dewletê ye ku gavan biavêje
09:54 Serokên DEVA û SP’ê yên Amedê: Divê mafên qanûnî yên Kurdan bên naskirin
09:37 ‘Ji bo çareseriyê berpirsyartiyeke cidî dikeve ser milê dewletê’
09:31 Di doza rojnameger Çoban de biryara beraetê hate dayin
09:04 Rojnameger Karabay hate binçavkirin
09:04 Şandeya Mexmûrê hate binçavkirin
09:02 Jinên Koçer konên xwe bi çîtan dixemilînin
09:02 Şahidiya damezirandina PKK’ê kir: Bi kongreya dawî re dê aştî were
09:01 ROJEVA 15’Ê GULANA 2025’AN
14/05/2025
17:03 Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:49 Li Semsûrê navê Onder li kolanekê kirin
14:49 Komxebata di medyayê de astengdar: Em zimanê jehrî biguherînin