Dogu Ergîl: Êdî hincetên dewletê ji holê rabûn

  • rojane
  • 10:49 13 Gulan 2025
  • |
ENQERE - Civaknas Dogu Ergîl diyar kir ku PKK'ê peyamek daye ku têkoşîna siyasî wê geştir bibe û êdî hincetên dewletê ji holê hatine rakirin. 
 
Piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibatê de hat kirin, PKK'ê di navbera 5-7ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12’emîn lidar xist. Biryarên Kongreyê di 12’ê Gulanê de hatin aşkerakirin. Kongre hem li ser rojeva Tirkiyeyê û hem jî li ser cîhanê bandoreke girîng kir. Di serdema 2013-15 'an de endamê Konseya Şêwirmendiyê ya ji Anatoliya Navîn û civaknas Prof. Dr. Doğu Ergîl bal kişand ser girîngiya kongreyê.
 
RAWESTANDINA PEVÇÛNÊN NÎV SEDSALÎ
 
Ergîl diyar kir ku kongre ji ber sedemên ewlekariyê bi awayekî girtî pêk hatiye û destnîşan kir ku fikarên li ser ewlekariyê ne tenê bandorê li dema kongreyê, cihê wê jî dike û wiha got: 'Vê rewşê rê li ber vekir ku kongre li gelek cihan bê lidarxistin. Bi gotineke din, nîşan dide ku rewşa şer, qet nebe bi pratîkî, heta kêliya dawî jî dewam dikir. Niha tenê ji ber ku agirbest hatiye îlankirin, tê texmînkirin ku ev hevdîtin tê kirin û encamên wê di vê kêliyê de tên aşkerakirin. Ev texmînek e. Her kes li ser deklarasyona encamê disekine. Ji ber ku hê gelek tiştên nediyar hene. Lêkolîn nîşan didin ku çareseriya vê pirsgirêkê demeke dirêj e ne bi windahiyên hevpar û êşên li ser travmayên berê, her tim bi nêrîneke yek alî ya êşê hatiye pêşxistin; feraseta ku 'aliyekê neheqî lê hatiye kirin, êrîş hatiye kirin'. Dema li paş xwe dinêrin, li ser pevçûnên ev nîv sedsal e dewam dikin lihevkirinek heye.”
 
'PÊWÎSTE CIVAK BÊ AMADEKIRIN' 
 
Ergîl da zanîn ku pêvajo wê ji aliyê hestewarî ve hêsan nebe û wiha got: "Eger li welatê xwe dijminekî navxweyî çêbikî û weke welatparêziyê li dijî wî dijminî şer bikin, li vê derê mirin hebe mafdarkirina aliyê din weke dozeke mafdar a li ser bingeha pêşîgirtina li parçebûn û beralîkirina dijminên biyanî, xwegihandina lihevkirinê wê gelekî zehmet be. Piştî vê yekê jî weke 'projeya biratiyê' tê binavkirin. Ji nişka ve ne hêsan e ku 'dijminê te' bibe birayê xwe. Heta niha ew kujerê te bû, dijminê te bû, fîgurê te yê dabeşker bû. Lewma ev yek wê ji aliyê hestewarî ve ne hêsan be. Pêwîste civak bê amadekirin."
 
GIRÎNGIYA SIYASETÊ
 
Ergîl anî ziman ku di peyama PKK’ê de derketiye holê ne tunebûn bêhtir têkoşîna siyasî balê dikişîne û wiha got: “PKK dibêje em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Dibêje ev têkoşîna siyasî dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, wekhevî û civaka demokratîk bê meşandin û tê gotin ku çi dikeve ser milê wan dê bicih bînin. Her wiha, di peyamê de çend xalên din jî hene; fikarên ekolojîk ên di siyaseta Tirkiyeyê de ne girîng in, azadiya jinê, tevlîbûna civaka rêxistinbûyî li siyasetê, rola ciwanan e. Li ser van mijar û qadan çend giraniyên cidî hene. Hemû jî sernavên pir xweş in. Piştî vê yekê, navê wê çi be bila bibe, gelo PKK wê di bin navekî din de hebûna siyasî bi dest bixe, ya jî hebûna xwe mayînde bike yan jî bi yekîtiya di bin banekî din de bi DEM Partiyê re bidomîne, ev hemû pêkan in. Lê wê giraniyeke mezin ji siyasetê re bê dayîn û tevgera siyasî ya Kurd wê gelekî çalak bibe û dînamîzmê bi dest bixe. Ev yek jî wê tevgereke ji siyaseta hinekî asê mayî ya Tirkiyeyê re bîne û tevkariyê li vegera Tirkiyeyê ya li dewleta hiqûqê, bûyîna dewleta hiqûqê û demokrasiyeke bi rastî jî di warê gerdûnî de bibe demokrasî.”
 
HINCET JI HOLÊ RABÛN
 
Ergîl diyar kir ku hincetên ji bo ‘terorîzmê’ ji holê rabûnê û wiha got: “Li holê rêxistineke ku weke rêxistina terorê tê binavkirin û çalakiyên wê lê nîne, mirovên hatine sûcdarkirin, nabe bên ragirtin. Wê efûyek çêbibe, lê em nizanin ka wê di kîjan astê de ye yan jî wê kê binixumîne. Yên ku zerar dane civak û şexsan, her tim hatine efûkirin. Lê belê yên ku ji aliyê desthilatdariyê ve weke cînayetên siyasî tên pênasekirin tevlî sûc bûne, ti carî nehatine efûkirin. Niha jî bahaneya ku hikûmet û dewletê pişta xwe dispêre 'terorîzmê' ji holê radibe. Ji ber vê yekê divê hemû sûcên têkildarî terorê jî bi dawî bibin. Ji ber tifaqa hilbijartinê ya 'konsensûsa bajarî' gel hatin destgîrkirin. Niha, hêza ku ev kir çû bi aliyê din re muzakere bike, tê wateya mûxatabên din. Baş e wê çi bibe? Dema bahaneya van mirovên hatine binçavkirin ji holê rabe, wê rewşa mayîna li girtîgehê jî êdî biqede. Ji niha û pê ve wê pênaseya welatîbûnê êdî bi etnîkî û olî ve bê girtin. Wê pênaseyeke nû hebe ku her kesên di nava van sînoran de heyî bi rengekî wekhev bên naskirin. Di vê mijarê de têgihiştineke pir pêşketî heye; lê belê yên li ber xwe didin jî hene. Hevkêşeyeka piralî ye. Qonaxa hêsan derbas bûye. Qet ne hêsan bû, lê ji niha û pê ve bi gelek têketinên nû yên demokratîk ên ku em bi kar nînin wê Tirkiye were guhertin. Ji bo ku Tirkiye ji vê yekê re bibe alikar dê hinek dem bigire.
 
MA / Melîk Varol - Omer Gungor
 

Sernavên din

18/05/2025
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
15:47 Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
15:46 Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
15:35 Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir
14:48 Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
14:10 Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
13:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
13:22 Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
13:16 Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin
13:06 Kongreya NADA’yê: Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk
12:43 Bîranîna Kaytan û Altûn: Kevneşopiyeke mezin ava kirin
12:29 Ji çiyayên Wanê ber bir bazaran ve
12:16 Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin
11:48 Mûstafa Mesût Tekîk bi bîr anîn: Jiyana xwe fedayî gelê xwe kir
11:09 1’emîn Kongreya NADA’yê dest pê kir
10:58 Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin
10:46 Girtiya nexweş Fatma Ozbay hate berdan
10:34 Kaytan û Altûn dê li Dêrsimê bi girseyî bên bibîranîn
10:23 Mehek e Kampa Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
10:15 Kolanên Wanê: Dora dewletê ye ku gavan biavêje
09:54 Serokên DEVA û SP’ê yên Amedê: Divê mafên qanûnî yên Kurdan bên naskirin
09:37 ‘Ji bo çareseriyê berpirsyartiyeke cidî dikeve ser milê dewletê’
09:31 Di doza rojnameger Çoban de biryara beraetê hate dayin
09:04 Rojnameger Karabay hate binçavkirin
09:04 Şandeya Mexmûrê hate binçavkirin
09:02 Jinên Koçer konên xwe bi çîtan dixemilînin
09:02 Şahidiya damezirandina PKK’ê kir: Bi kongreya dawî re dê aştî were
09:01 ROJEVA 15’Ê GULANA 2025’AN
14/05/2025
17:03 Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:49 Li Semsûrê navê Onder li kolanekê kirin
14:49 Komxebata di medyayê de astengdar: Em zimanê jehrî biguherînin