Bayramoglû: Pêvajo hêj nû dest pê dike, divê dewlet gavan biavêje

  • rojane
  • 09:42 13 Gulan 2025
  • |
img

STENBOL - Rojnameger Alî Bayramoglû biryarên kongreya PKK’ê weke “geşedaneke erênî” nirxand û got ku divê dewlet di mijara sererastkirinên di qanûnan de gavan biavêje. 

  PKK’ê, piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, 12’emîn Kongreya xwe li dar xist. PKK’ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku wan “xebatên xwe bi dawî kirine”. Rojnameger Alî Bayramoglû ku di “pêvajoya çareseriyê”ya di salên 2013-2015’an de di Şandeya Aqilmendan de cih digirt, biryarên kongreyê yên PKK’ê nirxand. 
 
‘PÊVAJOYA PÊŞAŞTIYÊ TÊ JIYÎN’
 
Bayramoglû, biryarên kongreyê weke “geşedaneke erênî” nirxand û got: “Li gorî min em di destpêka veguherîneke pir girîng de ne. Banga Bahçelî, bersiva Ocalan, piştgiriya Erdogan û herî dawî biryara rêxistinê hate ragihandin. Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de ji hêla rêbaz û nihêrînê ve guhertinek heye. Pêvajoya heyî ez weke pêvajoya pêşaştiyê dinirxînim. Ji ber ku niha ji bo daxwazên Kurdan gav nayên avêtin. Lê li dijî vê şêwe û amûrên siyasetê yên rêxistinê û aktorên Kurd diguherin. Ji çekê ber bi naskirineke qanûnî ve pêşketin heye. Dewlet jî di vê çarçoveyê de hebûna pirsgirêka Kurd qebûl dike û dê têkoşînên li vir hatine dayin bicih bîne.” 
 
‘PÊVAJOYA ESASÎ NIHA DEST PÊ DIKE’
 
Bayramoglû, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji aliyekî din ve jî asayîbûnek çêdibe. Ew jî ew e ku Ocalan ê di girtîgehê de vê pêvajoyê birêve dibe. Îxtîmaleke mezin e êdî Ocalan dê di dewrê de be û pêvajoya bêçekkirinê dê bidome. Erê rast e em hêj di destpêka pêvajoyê de ne û pêvajo hêj nû dest pê dike. Mijara bêçekkirinê girîng e. Gelo ew çek dê bi ku de biçin? Dê bi koordînasyoneke bi dewletê re bên kirin. Her wiha li pêşiya maf û hiqûqa ji bo milîtanan û rêveberên rêxistinê hene.” 
 
'DIVÊ TIRKIYE JI BO AŞTIYÊ GAVAN BIAVÊJE’ 
 
Di berdewamê de Bayramoglû diyar kir ku aştiya Tirkiyeyê girêdayî gavên dewlet diavêje ye û wiha pê de çû: “PKK’ê xwe fesix kir lê dê heman aktor bi naveke din siyasetê bikin û nûnertiya pirsgirêka Kurd bikin. Ne DEM Partî lê Ocalan dikare vê vegerînê pêk bîne. Em ê bibînin ji vir û şûnde dê mercên Ocalan çawa ava bibin, qada wî ya bizavê dê çawa pêş bikeve em ê bibînin. Divê ji bo daxwazên Kurdan jî hinek gav bên avêtin da ku aştî pêk were. Da ku Tirkiye bibe welatê Kurd û Tirkan.” 
 
MERCÊN ABDULLAH OCALAN
 
Bayramoglû, da zanîn ku divê Abdullah Ocalan pêvajoya bêçekbûnê û derbasbûna qada siyasetê birêve bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Di nava tevgera Kurd de bi vî awayî dikare yekitî were avakirin. Heke wiha bû jî divê Ocalan êdî azad bibe. Qet nebe li Îmraliyê şertên ku bikare rehet tevbigere bên avakirin. Ya duyemîn jî divê rêxistin û dewlet ji bo serkeftina pêvajoyê ji hev re bibin alîkar. Divê dewlet di mijara zimanê dayikê û hemwelatiya di destûra bingehîn de gavan biavêje.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû 
 

Sernavên din

18/05/2025
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
15:47 Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
15:46 Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
15:35 Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir
14:48 Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
14:10 Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
13:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
13:22 Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
13:16 Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin
13:06 Kongreya NADA’yê: Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk
12:43 Bîranîna Kaytan û Altûn: Kevneşopiyeke mezin ava kirin
12:29 Ji çiyayên Wanê ber bir bazaran ve
12:16 Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin
11:48 Mûstafa Mesût Tekîk bi bîr anîn: Jiyana xwe fedayî gelê xwe kir
11:09 1’emîn Kongreya NADA’yê dest pê kir
10:58 Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin
10:46 Girtiya nexweş Fatma Ozbay hate berdan
10:34 Kaytan û Altûn dê li Dêrsimê bi girseyî bên bibîranîn
10:23 Mehek e Kampa Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
10:15 Kolanên Wanê: Dora dewletê ye ku gavan biavêje
09:54 Serokên DEVA û SP’ê yên Amedê: Divê mafên qanûnî yên Kurdan bên naskirin
09:37 ‘Ji bo çareseriyê berpirsyartiyeke cidî dikeve ser milê dewletê’
09:31 Di doza rojnameger Çoban de biryara beraetê hate dayin
09:04 Rojnameger Karabay hate binçavkirin
09:04 Şandeya Mexmûrê hate binçavkirin
09:02 Jinên Koçer konên xwe bi çîtan dixemilînin
09:02 Şahidiya damezirandina PKK’ê kir: Bi kongreya dawî re dê aştî were
09:01 ROJEVA 15’Ê GULANA 2025’AN
14/05/2025
17:03 Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:49 Li Semsûrê navê Onder li kolanekê kirin
14:49 Komxebata di medyayê de astengdar: Em zimanê jehrî biguherînin