MEREŞ - Hat diyarkirin ku li Elbîstanê qeyda gelek hilbijêrên ku di hilbijartina berê de deng bi kar anîne tune ye.
Li Taxa Sevdîllî û hin taxên din ên navçeya Elbîstanê ya Mereşê,, qeyda gelek hilbijêrên ku di hilbijartina berê de deng bi kar anîne tune ye. Her wiha hat diyarkirin ku hin hilbijêrên ku navnîşana wan eynê ye, cihê dengdayîna wan dane hin dibistanên gelekî dûrî navnîşana wan.
Her wiha hat diyarkirin ku, li van taxên ku qeyda hilbijêran tune ye, rêjeya dengên HDP'ê zêde ye.