Hûrgiliyên kongreya PKK’ê: Ev ne dawî, destpêkek e!

  • rojane
  • 10:55 12 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - PKK ku mohra xwe li 50 salên dawî xist, bi beşdariya 232 delegeyan 12’emîn Kongreya xwe li dar xist. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di kongreyê de axivî û got: “Ev ne dawî ye, destpêkek e.” 

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû xeleka dawî ya serhildanên gelê Kurd ku li dijî polîtîkayên înkar û qirkirinê yên ji destpêka damezirandina komarê heta niha li dijî gelê Kurd tên meşandin. PKK ku di dîrokê de weke “Serhildana 29’emîn a Kurd” di dîrokê de cih xwe girt, mohra xwe li 50 salên dawî xist. PKK’ê, piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate kirin, di 5-7’ê Gulanê de Kongreya Awarte ya 12’emîn li dar xist. 
 
232 DELEGE TEV LI BÛN 
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); kongre li du qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hemwextî hate lidarxistin û endamên Desteya Rêveber a PKK'ê, endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê, Hevserokên Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), endamên konseyê, endamên Konseya Leşkerî ya HPG'ê, endamên Koordînasyona KJK û PAJK'ê jî di nav de 232 delege beşdar bûn.
 
Li salona kongreyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kesên di şoreşê de jiyana xwe ji dest dane û Sirri Sureyya Onder hate daliqandin ku beriya çend rojan di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dîwana kongreyê hate hilbijartin. Endamên Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan û Xalîde Engîzek, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît û endama Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Mûnzûr ji bo dîwana kongreyê hatin hilbijartin. Bi hilbijartina dîwana kongreyê re nirxandina rojevên kongreyê destpê kir.
 
DÛRAN KALKAN: EV NE DAWÎ YE, DESTPÊKEKE NÛ YE
 
Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ve hate kirin. Kalkan, di şexsê Hakî Karer, Alî Haydar Kaytan (Fûat), Riza Altûn û Sirri Sureyya Onder de bi bîranîna hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku fesixkirina PKK'ê “Ne dawî ye, lê destpêkek nû ye.” Dûran Kalkan got: “Bêguman ev kongreya me ji kongreyên din cuda ye bêguman. Ji hin aliyan ve mirov dikare bişibîne kongreya destpêkê. Kongreyeke welê ye ku ji aliyê dîrokî ve PKK'ê bi dawî dike û dîrokê li şûna wê dide rûniştandin. Bêguman ev dawî nîne, bi encamkirineke bi vî rengî re tê xwestin, pêşî li pêngavên nû bê vekirin. Tê xwestin, derfet û firsend ji pêngavên nû re bê dayin."
 
'PKK BÛ BIRÊXISTINKIRINA XETA APOYÎ'
 
Dûran Kalkan, anî ziman ku rêxistiniya destpêkê ya PKK'ê li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat û piştre bi navê “Apocî”, “Şoreşgerên Kurdistanê”, “Yekitiya Ciwanên Şoreşger ên Kurdistanê” hatin naskirin. Kalkan, bi domdarî got: “Di dawiya sala 1978'an de pêwîstî pê dît ku weke partî xwe bi rêxistin bike û navê 'Partiya Karkerên Kurdistanê' bi vî rengî ava bû. Yanî destpêkê weke PKK ava nebû. Beriya her tiştî divê ev rastî bê zanîn. Lê belê PKK bêguman bû rêxistinbûyîna xeta Apoyî. Bû xwedî wê cewherê û hewl da hişmendiya wê bi pêş ve bibe. Milîtaniya Apoyî, milîtaniya PKK'ê li ser van esasan bi pêş ket."
 
KONGREYA DESTPÊKÊN NÛ...
 
Kalkan, wiha domand: “Ev kongre dişibe kongreya yekemîn. Lê çawa? Li wê derê ji bo destpêkeke nû îradeyeke mezin hebû, li vir jî li ser bingeha bidawîkirina dîrokî ya wê destpêkê îradeyeke mezin heye. Lê belê ev bidawîkirin qedandin nîne. PKK ji damezrandinê û vir bi rengekî hîn bi îdia û xurtir, ji bo pêşî li pêngav û avabûnên nû veke, ji bo zemîna vê yekê biafirîne vê dawîkirinê pêk tîne."
 
'PKK'Ê KURDÎTIYA LI BER MIRINÊ BÛ JI NÛ VE ZINDÎ KIR'
 
Piştî xwendina rapora polîtîk a ji perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser kongreyê hatibû amadekirin, rapora Komîteya Navendî ya PKK'ê hate xwendin. Di rapora polîtîk de pêvajoya siyasî-leşkerî hate nirxandin, hate destnîşankirin ku PKK'ê mohra xwe li 50 salên dawî yên Kurdistanê xist, Kurdîtiya li ber tinebûnê bû jinûve zindî kir.
 
Di raporê de wiha hate gotin: “PKK ji bo dîroka Kurd bû mîladeke nû, li Kurdistanê jî bû vejîna Kurdîtiya azad a nû. Li ser vê bingehê li Kurdistanê jiyana azad û civaka neteweya demokratîk hate afirandin. Bi Kongreya Yekemîn re avabûna fermî ya partiyê destwerdaneke radîkal a li dîroka tinebûna neteweyî bû, biryar û ragihandin destpêka dîroka azadiyê ya nû bû. Kongreya me ya 12'emîn jî tê wateya bidawîkirina demekê ya bi PKK'ê re hate meşandin û pêşîvekirina li destpêkirina demeke nû ya dîroka azadiyê."
 
'JI BO PÊŞÎVEKIRINA LI STRATEJIYÊN NÛ...'
 
Di raporê de hate destnîşankirin ku kongreya damezrîner bi esasî bangek bû ku xîtabî gelê Kurd dikir û hate ragihandin ku kongreya 12'emîn destpêkirina têkoşîneke nû ya ji bo rizgariya gelan û hemû bindestan ji xwe re kiriye armanc. Di dewama raporê de wiha hate gotin: “Fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK'ê, rawestandina karên bi navê PKK'ê têne meşandin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya weke stratejiya bingehîn tê wê wateyê ku ji bo azadiya Kurdan û têkoşîna civaka demokratîk li her qadê pêşî li stratejiyên nû û rêxistiniyê veke."
 
'DEMA HERÎ PÎROZ A DÎROKA KURDISTANÊ'
 
Di rapora Komîteya Rêveber a PKK'ê de wiha hate gotin: “Fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK'ê di tevgera azadiyê ya şoreşger de dawîkirineke mutleq nîne, berevajî vê yekê destpêkeke nû ye. Tevgera Apoyî dema bi navê PKK'ê tê meşandin bi dawî dike, PKK'ê li şûna wê ya dîrokî dide rûniştandin û ji bo pêşî li serdemeke nû ya ji bo xwe veke, demeke bi vî rengî dide destpêkirin." Raporê bi vî rengî dewam kir: “PKK'ê serdema herî bi heybet û pîroz a dîroka Kurdistanê afirandiye. PKK'yîbûyîn bû navê lehengî, wêrekî û fedakariya Kurd. Li ser bingeha azadiya jinê jiyan û hebûna Kurdên azad temsîl dike. Jinûve afirandina heqîqeta Kurd a li se xeta Apoyî ye. Li Kurdistanê rûmet, şeref, dilsozî, wêrekî, fedakarî, piştevanî û parvekirina li ser xeta fedaîtiyê bi PKK'ê re ji nû ve bû xwedî wate. Tevgera Apoyî bi navê PKK'ê ev hemû afirand û niha jî bi kongreya xwe ya 12'emîn re vê heqîqetê li cihê herî bi şeref ê dîroka Kurdistanê dide rûniştandin. Van hemûyan jî bi îrade û biryara xwe, ji bo di civaka demokratîk û jiyana azad de bi pêş ve bibe, dike. PKK wê di dîroka Kurdistanê de her tim weke tevgera azadî û lehengiyê ya rasteqîn bê bîranîn û bijî."
 
BIRYAR BI YEKDENGIYÊ HATIN DAYIN
 
Piştî nirxandinên pêvajoya siyasî-leşkerî, rojeva serdema têkoşîna nû hate nirxandin. Di kongreyê de ku sê rojan dewam kir, nirxandinên pir alî, nîqaş û tespît hatin kirin. Li ser pêşnûme biryarên “Rêbertî, Şehîdan, Gaziyan, Hebûna Rêxistinî ya PKK'ê, Rêbaza Têkoşîna Çekdarî û Avakirina Civaka Demokratîk” ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongreyê ve hate amadekirin, yek bi yek nîqaş hate kirin û biryar li ser hate dayin. Di kongreyê de ku nîqaşên gelekî berfireh û zirav hatin kirin, pêşnûme biryar hemû bi yekdengî hatin qebûlkirin.
 
'BI ŞERTÊ KU JI ALIYÊ RÊBER APO VE BÊ BIRÊVEBIRIN Û MEŞANDIN'
 
Di kongreyê de pêşnûme biryara ku herî zêde nîqaş li ser hate kirin û raya giştî li bendê bû, “Rêbaza Têkoşîna Çekdarî û Hebûna Rêxistinî ya PKK'ê” bû ku fesixkirina PKK'ê ji xwe re dikir armanc. Piştî nirxandin û nîqaşên berfireh biryar hate wergirtin ku "Ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber Apo ve bê rêvebirin û meşandin avahiya rêxistinî ya PKK'ê bê fesixkirin, rêbaza têkoşîna çekdarî bê bidawîkirin û karên bi navê PKK'ê têne meşandin hemû bêne bidawîkirin."
 
Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî' û “Israra di mirovahiyê de israra di sosyalîzmê de ye” bi dawî bû. Hate ragihandin ku encamên kongreyê ku li du qadên cuda hemwextî hate lidarxistin, piştî ku bûn yek wê bi raya giştî re bêne aşkerakirin. 
 

Sernavên din

18/05/2025
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
15:47 Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
15:46 Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
15:35 Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir
14:48 Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
14:10 Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
13:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
13:22 Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
13:16 Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin
13:06 Kongreya NADA’yê: Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk
12:43 Bîranîna Kaytan û Altûn: Kevneşopiyeke mezin ava kirin
12:29 Ji çiyayên Wanê ber bir bazaran ve
12:16 Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin
11:48 Mûstafa Mesût Tekîk bi bîr anîn: Jiyana xwe fedayî gelê xwe kir
11:09 1’emîn Kongreya NADA’yê dest pê kir
10:58 Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin
10:46 Girtiya nexweş Fatma Ozbay hate berdan
10:34 Kaytan û Altûn dê li Dêrsimê bi girseyî bên bibîranîn
10:23 Mehek e Kampa Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
10:15 Kolanên Wanê: Dora dewletê ye ku gavan biavêje
09:54 Serokên DEVA û SP’ê yên Amedê: Divê mafên qanûnî yên Kurdan bên naskirin
09:37 ‘Ji bo çareseriyê berpirsyartiyeke cidî dikeve ser milê dewletê’
09:31 Di doza rojnameger Çoban de biryara beraetê hate dayin
09:04 Rojnameger Karabay hate binçavkirin
09:04 Şandeya Mexmûrê hate binçavkirin
09:02 Jinên Koçer konên xwe bi çîtan dixemilînin
09:02 Şahidiya damezirandina PKK’ê kir: Bi kongreya dawî re dê aştî were
09:01 ROJEVA 15’Ê GULANA 2025’AN
14/05/2025
17:03 Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:49 Li Semsûrê navê Onder li kolanekê kirin
14:49 Komxebata di medyayê de astengdar: Em zimanê jehrî biguherînin