STENBOL – Derhênerê fîlma “7 roj û 7 şev” Alî Bozan ê ku fîlmê li ser bîranîna Taybet Înan a ku li Silopî cenazeye 7 roj li erdê hat hiştin wiha got: “Ya ku min xist nav liv û tevgerê hestên min bûn. Ew hestên min jî hêrs û bêçarebûn bû.”
Li navçeya Silopya ya Şirnexê di serdema “qedexeya derketina kolanan” de Taybet Înan a ku bi guleyan polîsan jiyana xwe ji dest da 7 roj cenazeyê wê li erdê hat hiştin. Ji bo bîranîna Taybet fîlmê metraj kin ê bi navê “7 roj û 7 şev” hat çêkirin. fîlmê "7 roj û 7 şev" kişand. Fîlm li Mihrîcana Fîlmên Kurt a Natewî ya 3’emîn a Marmarîsê hêjayî xelata 2’emîn hat dîtin. Derhênerê fîlm Alî Bozan got: “Min fîlm di encama hêrs û bêçarebûnê de kişand.”
Bozan da zanîn ku kuştina Taybet Înan gelek wî xemgîn kiriye û got: “Ji serê ewil ve hertim viya dibêjim. Xwezî fîlmek 7 roj û 7 şev tunebûya. Da ku bûyerek wisa tunebûya ku me fîlm nekişanda. Lê bûyerek wisa xemgîn qewimî û fîlmê wê jî çêbû. Em nikarin ji rastî û tiştên em jiyan dikin dûr bimînin. Divê em van biaxivin. Pêwîste di demek wisa de bêtirîn bê axaftin.”
‘HÊRSA MIN RABÛ’
Bozan anî ziman ku aşkere ye kî bûyerê pêk aniye û wiha dewam kir: “Lê kes naxwaze qebûl bike. Ya ku min xist nav liv û tevgerê hestên min bûn. Ew hestên min jî hêrs û bêçarebûn bû. Ji hestên xwe ez gelek qewirî bûm û gelek bêçare bûm. Bila hinek tiştek bikin. Çawa ku min got kest tiştek nake û di serdemek wisa de fîlm wisa li pêşket.”
‘EZ DU CARAN BIRÎNDAR BÛM’
Bozan diyar kir ku ew du caran xemgîniyek birîndarî hîs kiriye yek dema Înan tê kuştin û yek jî dema ku nameya kurê wê dibîhîze û piştî nameyê fîlm xwe derxist holê. Bozan got ku bi fîlmê kişandiye dixwaze nîşeyek bixe nav rûpelên dîrokê.
'FÎLM LI FÎKÎRTEPE HAT KIŞANDIN’
Bozan destnîşan kir ku wî pir dixwest li cihê bûyerê fîlm bikişîne û got: “Ne mimkûn bû em xwe bigihînin cihê bûyerê. Li ser vê yekê me fîlm li cihek dişibe Sîlopî yanî me li Fîkîrtepa Stenbolê kişand.” Bozan bal kişand ser sînemageriya kurdî û wiha lê zêde kir: “Kurd jî hene û sinemaya wan jî heye. Her tiştê kurdan heye.”
Bozan got ku dê xebatên wî yên dişibin fîlmê “7 roj û 7 şev” bidomin.
ALÎ BOZAN KÎ YE?
Alî Bozan di sala 1985’an de li Semsûrê hatiye dinê. Malbata wî di salên 90’î de wek karkerên demsalî koçî Edeneyê dike û zarokatiya wî li wir derbas dibe. Bozan nêzî 7 sal e li Stenbolê dijî û beriya niha jî 3-4 fîlmên fîlmên metraj kin kişandibû. Fîlmên wî yên “Ayakkabılar” û “Muhteşem Uçlu” jî xelat wergirtibû.
Fîlmê “7 roj û 7 şev” dê li Mihrîcana Çanda Kurd a Stenbolê jî bê pêşandan.