STENBOL - Prof. Gençay Gursoy, bal kişand ser girîngiya parastina sindoqan û wiha got: "Bila kes nebêje naçim ser sindoqan û boykot nekin. Bila kes vê dînîtiyê nekin." Rojnameger Mehveş Evîn, "Di vê pêvajoyê de medya dê di bin zextên gelek zêde be. Ji ber vê yekê welatî dikarin têkevin malpera musabir.com û binpêkirina mafan li vir bîne ziman.
Li aliyekî parastina Siyasî, li aliyê din rojnamegeran bang li hilbijêran kirin ku biçin ser sindoqan dengê xwe bidin û sindoqan biparêzin. Dîsa bang kirin ku li dijî binpêkirinên mafan hestiyar tevbgerin û karibin agahiyê li hev belav bikin. Rojnameger Mehveş Evîn, Endamê Jibo Demokrasiyê Yekîtî, (DÎB) Kadîr Akin û Prof. Dr. Gençay Gursoy, bal kişandin ser girîngiya sindoqan û parastina sindoqan.
'ÎTÎFAQA LI MECLÎSÊ NEHAT AVAKIRIN JI BO HILIBJARTINÊ HAT AVAKIRIN'
Rojnameger Mehveş Evîn, diyar kir ku îtifaqa li meclisê nehat avakirin, di hilbijartinê de hatiye avakirin. Evin, anî ziman ku îktîdar ji bo HDP li meclîsê hêjmarek mezin bi dest nexe û muxalefetê neke HDP'ê dikin hedef û wiha got: "Li aliyekî li dijî HDP'ê êrîş hene. Lê li aliyê din civak zane dibe û li HDP'ê xwedî derdikeve. Em dibînin ku îtîfaqa li meclîsê nehatiye avakirin ji bo hilbijartinê tê avakirin. li aliyê din Platforma Hilbijartinê ya Edîl hat avakirin. Îtîfaqa Mîllet û HDP'ê diyar kirin ku di nava vê platformê de cih digirin. Ev platform ji bo muxalifên Tirkiye gavek girîng û dîrokî ye. Ji bo hilbijartinek bi adîl û demokratîk pêk bê rêxistinên girîng hatin avakirin. Ya yekemîn Platforma Hilbijartinê ya Adîl hat avakirin Ev aplikasyon e. Ev platform dikare rê li pêş gelek binpêkirinên mafan bigire. Dîsa rêxistinbûna li ser malpera muşabiriyê hatiye avakirin heye. Nûçegîhan û muşahit kirin yek Divê kes hem wekî muxahîd û hem jî wekî muhabir tev bigere. Divê agahiyên binpêkirina mafan karibe li ser vê xetê belav bike û ragihîne. Ji ber ku di vê pêvajoyê de medya di bin zextên gelek mezin de ye. Ji bo em karibin rê li pêş binpêkirinên mafan bigirin em dikarin li ser vê xeta muşabîr a musabir.com agahiyan parve bikin."
Evîn, ji hilbijêran xwest hem biçin dengê xwe bidin û hem jî dengê xwe bişopînin û karibin çavderî û muhabiriyê bi hevre bikin. Evîn, xwest ku muşabîr baweriya xwe zêde bi kesên cuda nînin û dengan biparêzin.
'BILA 16'Ê HÎSANÊ BIBE ZENGÎL'
Endamê Jibo Demokrasiyê Yekîtî, (DÎB) Kadîr Akin jî, anî ziman ku daxuyaniyên Erdogan dan dê zerarê bide wî û wiha got: "Li welatê me pêlek ji bingehê civakê ve heye. Divê hemû hilbijêr ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê ya Serokomarî û Parlamenteriyê baş li sindoqan xwedî derkevin. Divê 16'ê nîsane bibe zengil û di guhê her kesî de be. Îktidara siyasî di referandumê de winda kir, lê bi hîle û xurteyan bi ser ket. Divê ê carê em destûr nedin vê yekê.
'GIRÎNG E KU PARTIYÊN SIYASÎ HEVKARIYÊ BIKNIN'
Prof. Dr. Gençay Gursoy jî bal kişand ser parastina sindoqan û wiha got:" "Ger ku HDP bendê derbas neke herî kêm dê 70-80 wekil raste rast biçin ji AKP'ê re. Ez bawer nakim pirsgirêka HDP'ê ya benê hebe. Lê dîsa lîstik û hîle pir zêde ne. Divê her kes li dijî van lîstik û hileyên li ser sindoqan û pusulayan amade be. Yekem car kampanyek mezin a ji bo parastina sindoqan tê kirin. Girîng e ku partiyên siyasî ji bo parastina sindoqan bûne yek. Diveê her kes li sindoqan xwedî derkevin û dengan biparêzin. Divê teqez her kes biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Divê ku kes boykot nekin. Bila dînîtiyek wisa nekin."