AGIRÎ - HDP dê li Agiriyê bi 2 hezar kesan re sindoqan biparêze û ji bo pirsgirêkên wê rojê derbikevin holê jî Maseya Krîzê ava kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê ku ji bo fikarên ewlekariya sindoqên hilbijartina 24’ê Hezîranê ket nava liv û tevegerê, xebatên xwe bi dawî kir. Li bajêr dê hezar û 103 sindoqa bên danîn. HDP dê bi 2 hezar kesan re sindoqên bajêr biparêze. HDP’ê cardin ji bo rewşên bêhiqûqiyên li bajêr derbikevin holê, Maseya Krîzê ya ji 25 parêzeran pêk tê, avakir. Roja hilbijartinê Maseya Krîzê dê li avahiya Rêxistina Bajêr a Partiyê bê danîn û ji bo pirsgirêkên li taxan bên jiyîn dê bikevin nava liv û tevgerê û mûdaxileyê pirsgirêkan bikin.
‘JI BO EM PÊŞIYA HÎLEYAN BIGIRIN ME HEMÛ TEDBÎR GIRTIN’
Parêzer Taylan Altuna yê di Maseya Krîzê de cih digire, diyar kir ku ji mûşahîdan bigirin heya ewlekariya sindoqan wan xebatên xwe temam kirin. Ev hilbijartin, ji hilbijartinên din cudatire. Blokên tiqadan hatin avakirin. Divê müşahit zû biçin ser karê xwe. Pirsgirêk biçûk jî derbikeve holê, divê müşahit di deftea qeydan de binivîsin û agahî bidin koordinasyona bajêr. Em parêzer jî dê daxwaznameyên îtîrazê bidin lijneya hilbijartinê ya bajêr û navçeyan.”
Numareyên îrtîba yên Maseya Krîzê ya li bajêr hat avakirin wihe ne;
* 0555 139 45 00
* 0555 139 45 04
* 0539 242 61 39