STENBOL - Danişîna doza nûçegihanên MA’yê Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayumat, ji bo aqûbeta lêpirsînên hatine destpêkirin were pirsîn hate taloqkirin.
Danişîna 3’yan a doza nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayumat ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Parêzerên rojnamegeran Şukru Alpsoy û Dîdare Hazal Sumelî di danişînê de amade bûn.
Şandeya dadgehê biryar da ku dosyayên lêpirsînê yên der heqê Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat de bên pirsîn û danişîn taloqî 11’ê Îlonê kir.