STENBOL - Wekîlê DEM Partiyê Cengîz Çîçek diyar kir ku Sirri Sureyya Onder gelek tişt li têkoşîna aştiyê zêde kiriye û got: “Em mecbûr in nasnameya aştiyê di şexsê Onder de veguherin karektera aştiya civakî.”
Şîna ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û malbata Endamê Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, li Navenda Cemal Reşît Rey daniye didome. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, rêveberên partiyê û wekîl ziyaretvanan pêşwazî dikin.
Wekîlê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek ku li cihê şînê ye, diyar kir ku wefata Onder ji bo demokrasî û hemû derdorên civakî windahiyeke mezin e. Çîçek, anî ziman ku şexsiyetên mîna Sirri Sureyya Onder kêm caran tên dinyayê û wiha got: “Taybetiya wî ya sereke ev bû; Onder, gelek derdorên cuda anî gel hev û rê nîşanî her kesî da ku dê polîtîkaya aştiyê çawa birêsin. Lewma jî hem rêya çareseriyê hem jî şêweya têkilîdanînê jî nîşan da.”
'DIVÊ EM VEGUHERÎNIN AŞTIYA CIVAKÎ’
Çîçek, got ku têkoşîna aştiyê ya Onder gelek tişt li wî zêdekiriye û wiha domand: “Aştiya civakî bû wesiyeta wî. Em mecbûr in ku nasnameya aştiyê ku di şexsiyeta wî de şênber bûbû, veguherînin nasnameya têkoşîna civakî. Bi vî awayî em dikarin ji bîranîna wî re bibin bersiv. Di serî de çareseriya pirsgirêka Kurd, divê pirsgirêkên sereke li ser zemîna aştî û çareseriya civakî bên nirxandin.”
'DIVÊ CIVAK LI DORA AŞTIYÊ XWE BIRÊXISTIN BIKE’
Bi domdarî Çîçek anî ziman ku soza wan a ji bo Onder û hemû kesên di têkoşîna aştiyê de jiyana xwe ji dest dane daîmî ye û got: “Têkildarî aştiyê belkî jî mijara herî zêde divê em li ser bisekinin, peydakirina rê û rêbazên civakîkirina têkoşînê ye. Nabe ku li ser tenê çendek aktoran bimeşe, divê civak bi xwe li dora aştiyê xwe birêxistin bike. Aliyê herî girîng ev e. Bersiva herî watedar a ku em bidin Onder ew e ku têkoşîna aştiyê ya civakê ava bikin.”
'EM DIKARIN NASNAMEYA CIVAKÎ YA AŞTIYÊ BIRÊSIN’
Çîçek, got ku kesên ji bo definkirina Onder hatin soza anîna aştiyê dane Onder û axaftina xwe wiha qedand: “Hewceye civak, bi perspektîfa civaka demokratîk daxilî pêvajoyê bibe. Dem dema wê ye u civak xwe birêxistin bike û xwedî li xeta çareseriyê û civaka demokratîk derkeve. Taybetiya herî şênber a Onder ew bû ku dikariya xîtabî aqil, hest û wijdana mirovan bike. Ew kesekî ji me bû. Pirsgirêkên herî giran jî bi zimanekî fesîh vedigot û li dil û mejî dineqişand. Lewma meseleya aştiyê meseleyeke zêde zehmet nîne. Karê me ye ku em wê xwerûbûna birêz Onder bikin taybetiyeke têkoşîna civakî. Em dikarin li vê xakê nasnameya civakî ya aştiyê birêsin.”
MA / Esra Solîn Dal