* Dayikên Aştiyê bertek nîşanî êrişan dan ku tevî biryara agirbestê ya PKK'ê didomin û gotin: "Ji aliyekî ve dewlet dibêje 'ez ê aştiyê pêk bînim', li aliyê din jî bombe dike. Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste."
* Nîgar Yaqupluyê diyar kir ku bavê wê bi hincetên siyasî li Azerbeycanê hatiye girtin û 9 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û wiha got: "Ji ber vê sedemê bavê min 36 roj in di greva birçîbûnê de ye û ger neyê berdan wê çalakiya xwe bidomîne."
* Nûnerên saziyên ziman ên bi boneya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî amadekariyên çalakiyan dikin, destnîşan kirin ku divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.
* Rojnamegera girtî Reyhan Hacîogluyê diyar kir ku li girtiya bi navê Belma Nergiz a ku li dijî polisên îşkence li wê kirine serlêdana sûc kiriye, bi îdiaya "Li hemberî polîsan li ber xwe daye" cezayê girtîgehê hatiye birîn.
* Endama Komeleya Jinan a Mimozayê Şehrîban Şekerê bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li Kurdistanê tên meşandin û got: "Bi têkoşîneke hevpar dikare bersiveke xurt ji van polîtîkayan re were dayîn."
* Danişîna doza rojnameger Hakki Boltan ku bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” tê darizandin dê li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê bê lidarxistin. (10.00)
* Danişîna 3’yan a doza rojnameger Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin dê li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)
* Danişîna doza Bedirhan Sarsilmaz ê OHD’î ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin dê li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)
* Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan dê li Îzmîr û Enqereyê bên bibîranîn. (10.30-19.00)
* Serdanên ji bo şîna Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder dê bidomin. (12.00)