ŞIRNEX - Hat îdîa kirin ku qeymeqamê Qilabanê Mehmet Fatîh Yakinoglu di hefteya dawî de du caran cerdevan kom kirine û gefa cerdevanên vê carê dengê xwe nedin AKP’ê, ew ê piştî hilbijartinê wan bişînin operasyonê li cerdevanan xwar.
Waliyê Şirnexê Mehemt Aktaş, rayedarên leşkerî yên paye bilind û qeymeqamên navçeyan xebatên hilbijartinê yên AKP’ê yên 24’ê Hezîranê berdewam dikin. Hat îdîa kirin ku di rojên derbas bûyî de, Qeymeqamê Qilabanê Mehmet Fatîh Yankinoglu û Serokê Navçeyê yê AKP’ê Fîkret Demîr, cerdevanên gundan bi awayekî komî kom kirine û zexta dengê xwe nedin HDP’ê, bidin AKP’ê li cerdevanan kirine. Yenioglu, di hefteya dawî de du caran cerdevan kom kirin û gefa cerdevanên vê carê dengê xwe nedin AKP’ê, ew ê piştî hilbijartinê wan bişînin operasyonê li cerdevanan xwar.
Yekînoglu di 21’ê Hezîranê de jî çû serdana gundê Kiror a navçeyê û ji gundiyan xest ku ji derveyê HDP’ê dengê bidin partiyên din