STENBOL – HDP’ê aşkera kir ku li 39 navçeyên Stenbolê ji bo 28 hezar û 763 sindoqên ku bên dananîn hezar û 200 muşahît kêm in. Ji bo ku vê kêmaniyê bê dagirtin bang kir û xwes gel ji bo muşahîtiyê werin û qeyda xwe çekin. Rêveberê HDP’ê Cengîz Uzuner bang li endamên desteya sindoqan û muşahîtan kir û got: “Divê roja hilbijartinê berpirsên sindoqan û muşahîtên sindoqan bilî bang û perspektîfên partiya me guh nedin tu bangên din.”
Dê li 39 navçeyên Stenbolê di hilbijartina 24 Hazîranê de ji bo hilbijêr dengên xwe bikar bînin di hezar û 900 dibistanan de dê 28 hezar û 763 sindok bên danîn. Di vê hilbijartinê de ewlehiya sindoqan a ji bo muxalefetê rojeva sereke ye. Ji hilbijartinê re 2 roj ma û partî bo ku muşahît û endamên xwe yên li ser sindoqan temam bikin dixebitin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo ku li ser 28 hezar û 763 sindokan cih bigirin 27 hezar û 500 muşahît diyar kiriye. Lê ji bo hezar û 200 sindokan kêmanî heye. HDP hewl dide ku heta dawiya demê van kêmaniyan jî temam bike. Bilî endamên fermî û muşahîtan dê hezar û 900 kes jî wek berpirsên li ser dibistanan kar bikin.
HEZAR Û 200 KES KÊM E
Endamê HDP’ê yê bajarê Stenbolê Cengiz Uzuner diyar kir ku derdora hezar û 200 kes kêmaniya me ya muşahîtan heye û wiha pêde çû: " Ev hilbijartin ji hilbijartina wekîl û Serokomariyê derket û bû hilbijartina diyarkirina siberoja Tirkiyê. Ji bo vê jî divê her kesê xwedî wijdane û dijberiya faşîzmê, yekmiroviyê,dîktatoriyê dike divê xwedî li sindoqan derkeve. Her wiha daxwaza me ev e ku hemû derdorên demokrat, ciwan, jinên li dijber û xwedî helwestin divê bên ji bo muşahîtiyê navê xwe bidin nivîsandin."
DIVÊ DI SEET 06.00'AN DE LI SAR KAR BIN
Uzuner ji muşahît û endamên fermî yên li ser sindoqan xwest ku roja hilbijartinê saat di 06.00'an de li dibistanan li ser sindoqan amadebin û wiha got: "Serokê Giştiyê AKP’ê Erdogan bo ku HDP'ê di bin bendava hilbijartinê de bihêle bang kiribûn. Ev nîşaneya diziya dengan ya diyarkiriye. Ji ber vê jî divê gelê me û peywirdarên fermî, muşahît bêtir hesas û hişyar bin. Hemû muşahît, endamên fermî yên li ser sindoqan, hemû hêzên demokratîk yên ji aliyê HDP’ê ve hatine peywirdarkirin divê di dema diyarkirî de li ser cihê we û karê xwe bin. Ya esas ev e ku em xwedî li dengê xwe û li siberoja xwe derkevin."
'JI DIBISTANA VENEQETIN'
Uzuner da zanîn ku di hemû hilbijartinan de parastina dengan girîng in. Di hemû hilbijartinan de gel ji bo parastina sindoqan heta saat 17.00’an di baxçeyên dibistanan de radiwestin û wiha pêde çû: “Ez pê baqerim ku em dê di vê mijarê de jî biserkevin. Ji bo vê jî birêxistiniya gelê me têr dike."
BALDARIYA JI BO BANGAN!
Uzuner vegot ku li gel Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê li her 3 herêman û li hemû navçeyan maseyên krîzê hatine sazkirin û Uzuner bang li peywurdarê sindoqan kir û got: “Divê tenê guh bidin ser bangê partiya xwe HDP’ê. Heta hilbijartin bi dawî nebe li ser sindoqan peywira xwe bikin. Bi rêxistinên navçe û bajaran re têkiliya xwe veneqetînin. Hemû amadekariyên me yên hilbijartinê temam in. Em dê vê hilbijartinê qezenç bikin û dîktatoran hilweşînin."
PERGALA ŞOPANDINA SINDOQAN DÊ DI MERIYETÊ DE BE
Uzuner anî ziman ku dê pergala wan a ‘pergala şopandina sindoqan’ dê sindoqan bişopîne. Encama sindoqan ya endamên HDP’ê yên li ser sindoqan û ya Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bi hev re bi raya giştî re parve bikin. Uzuner ji hemû peywirdarên sindoqan ên fermî xwes ku encama jimartî ya sindoqê ya bi girteka destnîşakirî (îmzeya) ya şil wergirin û bigihînin berpirsê dibistanan û maseyên krîzê yên li navçe û bajaran hatine damezrandin.
MA / Yasîn Kobulan