ÊLIH - Êlihiyan, diyar kirin ku HDP dê ji 7’ê Hezîranê zêdetir dengan bigire û gotin: “Di 25’ê Hezîranê de dê li Tirkiyeyê rojek nû hilê”
2 roj man ji bo hilbijartinê û li Êlihê partî xebatên xwe berdewam dikin. Welatiyên Êlihê, diyar kirin ku HDP dê li bajêr 5 parlamenteran derbixe û gotin: “Em ê sindoqan biparêzin û di 25’ê Hezîranê de, dê roja nu hil bide.”
‘JI BO PÊŞEROJA ZAROKÊN ME’
Ji Êlihiyan Sîtya Zin, anî ziman ku HDP dê li Êlihê 5 parlamenteran derbixe û wiha axivî: “Ji bo aştî û azadiyê ez dengê xwe didin vê partiyê. Divê hemû kes jî wisan bikin. Pitika min du mehî heye. Ji bo pêşeroja hemû zarok û dayîkan ez ê dengê xwe bidim HDP’ê. Ez bang li hemû dayîkan dikim ku ji bo pêşeroja zarokên xwe deng bidin HDP’ê.”
'GEL LI QADAN PARTIYA XWE DIBÎNE'
Salîh Durmuş jî, diyar kir ku Êlih di hemû hilbijartinan de bi coşe û wiha got: “Mêze bikin Êlih bi coşe, emê Tirkiyeyê jî bi coş bikin. Ez medyaya alîgir a dengê Êlihiyan nîşan nadin rexne dikim. Çapemeniyê pergalê tu carî em nedîtin. Bila hema qet me nebînin, rastî li qadane. Gel HDP û partiyê dibîne, ev tenê besê me ye û ji me jî zêdeye.”
'LI ÊLIHÊ AKP BÛYE PARTIYA LEWHE'
Ramazan Tan jî, destnîşan kir ku ji niha de AKP li Êlihê bûye partiya lewhe û wiha bilêv kir: “Di 25’ê Hezîranê de, dê li welat rojek nû hili bide. Em bawer dikin ku HDP li Êlihê ji 7’ê Hezîranê zêdetir dengan bigire. Em ê AKP’ê bikin partiya lewhe. Ji xwe wisan bûye jî.”
Ji welatiyan Bahar Ozer jî, da zanîn ku ewê dengê xwe bide HDP’ê û got: “HDP partiya jinane. Ji bo azadiya jinan ezê dengê xwe bidin. Li Êlihê namzetên jin herî zêde di HDP’ê de cih digirin. Ji bo vê yekê jî ma be divê jin dengê xwe bidin HDP’ê.”
Melehat Ferhat jî, da zanîn ku li bajêr êdî kes dengê xwe nade AKP’ê. Ciwanê bi navê Bariş Ekîncî jî, anî ziman ku ciwan dê dengê xwe bidin HDP’ê.
MA / Metîn Yoksu